Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin 2024-10-03 09:01:28 ŞIRNEX - Peşmergeyê berê Cemîl Yaman  diyar kir ku malbata Barzanî ji roja destpêkê heta niha  bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ye û ji PDK'ê re got: "Ev ne pêşmergetî ye. Em ji bo azadiya welatê xwe bûn pêşmerge ne ji bo kuştina birayên xwe. Dev ji îxanetê berdin." Êrîşên ku Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de li dijî Kurdistana Federe dan destpêkirin berdewam dikin. PDK ku bi êrîşên Tirkiyeyê re hevkarî kir, rê li ber Tirkiyeyê vekir ku leşkeran bişîne herêmê. Taybet li Başurê Kurdistanê û gelek deverên cihanê kurd rabûn ser piyan û helwesta hevkariyê ya PDK'ê şermezar kirin û bang hatin kirin ku bi tifaqiya gelê xwe re tevbigerin.  Lê PDK'ê li tevî hemû bang û hewledayinan jî hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re berdewam kir. Di dema ku Tirkiye di êrîşên xwe de li Başûrê Kurdistanê gelek cih dagir kiribû, li herêmê dest bi kontrolkirina rêyan kir. Li bejahiya navçeya Amêdiye ya Duhokê, ji ber êrîşên dewleta Tirk bi hezaran welatî neçar man malên xwe biterikînin. Di êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê de gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan û gelek gund jî hatine valakirin.    Pêşmergeyê berê Cemîl Yaman (78) ku di serdema Mele Mistefa Barzanî de ji bo parastina xaka Başurê Kurdistanê li dijî dewleta Iraqê ji navçeya Qileban a Şirnexê çûbû Başurê Kurdistanê û di şerê li dijî Iraqê de cih girtibû, bang li PDK'ê kir ku dev jê birakujiyê berde.    'BI TÊKOŞÎNA HEVPAR BÛ XWEDÎ STATÛ'    Yaman, diyar kir ku ew ji bo azadiya Başurê Kurdistanê beşdarî nava pêşmergeyan bû ye û got ku armanca wan azadiya çar parçeyên Kurdistanê bû. Yaman, bal kişand ser wê yekê ku piştî bûyera Doktor Şivan baweriya wî ji malbata Barzanî ne ma ye û wiha axivî: "Armanca me ew bû ku piştî rizgar kirina Basûrê Kurdistanê em bên Bakurê Kurdistanê azad bikin. Dema ku kurd li wir dihatin kuştin, me nekarî li vir bisekinin. Ji bo alîkariya birayên xwe em çûn Başûrê Kurdistanê û beşdarî şer bûn. Ew jî kurd bûn û çênedibû ku em eçin. Di encama têkoşîna hevpar a li wir hate dayin Başurê Kurdistanê bû xwedî statû. Wê deme me îxaneta yekem a Melê Mistefa Barzanî dît. Doktor Şivan û rêberên kurdan bi destê Melê Mistefa Barzanî hatin qetil kirin. Piştî wê bûyerê tu baweriya min jî Melê Mistefa Barzanî nema. Ji ber ku Melê Mistefa Barzanî ku birayên xwe qetil kirin wê çawa bihata Bakur û ji bo kurdên Bakur şer bikira. Wê deme min tÊkiliya xwe bi wan re qût kir."   'DEV JI VÊ XIYANETÊ BERDIN'   Yaman, bi lêv kir ku malbata Barzanî ji roja ewil û vir ve bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev hevkarî ne nû ye. Ev ne cara yekem e ku xiyanetê dikin. Ew her tim bi dewleta tirk re tevdigeriyan. Îro jî li dijî ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Kurdan têdikoşin, bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin. Ma heta kengê ew ê bi dewleta Tirk re vê hevkariyê bidomînin? Bi Tirkiyeyê re dibin yek û birayên xwe dikujin. Ji vê zêdetir şerme tune ye. Ew ne pêşmergetiyê. Em ji bo azadiya gelê xwe pêşmerge bûn ne ji bo kuştina birayên xwe. Bila dev ji vê îxanetê berdin."   BANG LI KURDÊN BAŞÛR KIR   Yaman, bertek nîşanî PDK'a ku piştgiriyê dide êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê jî da û diyar kir ku birakujî ji bo hemû kurdan şerma herî mezin e. Yaman, bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û ev bang li Kurdên Başûr kir: "Divê gelê Başûr jî li dijî vê hevkariya malbata Barzanî bike hawar û qêrîn. Bila li dijî vê birakujiyê derkevin.  Gelê Basûr divê bi seferberiyeke mezin dengê xwe bilind bikin, bila ev hevkarî bi dawî bibe. Ji malbata Barzanî re jî edî bes e. Heta kengî wê li vê îxanetê bidomînin. Bila bi kurdan re yek bin û em bi hev re di nava biratiyê de bijîn. Heke em nebin yek wê zerareke mezin bigehêje hemû kurdan."   MA / Mahmut Altintaş