'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’ 2024-10-03 09:24:22 WAN - Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar diyar kir ku heta azadiyê Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Ji bo civakeke azad em ê di 13’ê cotmehê de li Amedê bin.”  Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîng were lidarxistin. Yek ji bajarên amadekariyên mitîngê dike jî Wan e. Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl xebatên xwe didomînin û armanc dikin ku bi hezaran kesan tev li mitîngê bibin.    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Çetîn Uyar diyar kir ku 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, bandorê li girtîgehan, jinan, Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Tecrîd, ne tenê li birêz Ocalan tê ferzkirin. Ev tecrîd bandor li 40 milyon kurdan, girtiyan, şoreşgerên Rojhilata Navîn, sosyalîst, gelan û kedkaran dike. Niha li gelek deverên cîhanê li zanîngehan felsefe û paradîgmaya birêz Ocalan tê hînkirin û nirxandin.”    Çetîn Uyar   'DAXWAZA ME AZADIYA FÎZÎKÎ YE’   Uyar, got ku li girtîgehan careke din sepanên Esat Oktay dikevin meriyetê û wiha pê de çû: “Nahêlin werzîşê bikin, nameyan bişînin, pirtûkan bixwînin, ji 25 girtiyan re xwarina 10 kesan tê dayin û hwd. hene. Endamên kiriyarên Esat Oktay li holê ne. Divê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan tavilê were rakirin. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Bi dehhezaran girtiyên me, bi sedan girtiyên nexweş hene. Mirovên me yên 80 salî girtî ne. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, her kes bêdeng dimîne. Li kesên 30 salan girtî mayin poşmantiyê ferz dikin. Lijneyên çavdêriyê li gorî keyfa xwe tehliyeyan 3-6 salan taloq dikin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên tedawîkirin û dawî li binpêkirinan bînin.”    ‘JI BO AZADIYÊ EM Ê LI AMEDÊ BIN’    Uyar, diyar kir ku heta Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî azad dibe dê çalakiyên xwe bidomînin. Uyar, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezintir bikin. Heke tecrîd nebûya dê em niha li ser tiştên cuda biaxiviyan. Komploya 9’ê Cotmehê xiyaneteke mezin e. Serokwezîrê demê Bulent Ecevît wê demê got; ‘Bombe xistin destê me.’ Rast e, bandora wê bombeyê hêj jî li Tirkiyeyê didome. Ji bo pêşîlêgirtina birêz Oalan her tişt kirin lê nekarîn bi ser kevin. Heke îro li Tirkiye çete, mafya, cemaet û hwd serdest bin, sedema vê ev e. Em ê komploya 9’ê Cotmehê li tevahiya Kurdistanê protesto bikin. Em ê di mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê de dengê xwe bilind bikin. Em ê komploya 9’ê Cotmehê lanet bikin. Em ê ji bo jinên azad, ciwanên azad, civakeke azad û Rojhilata Navîn a azad di 13’ê cotmehê de li Amedê bin.”