Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin 2024-10-03 10:41:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Raportorên MPKE’yê yê Tirkiyeyê Stefan Schennach di rapora xwe ya çêvdêriyê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û xwest biryarên AÎHM’ê werin sepandin.  Ji raportorên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ê Tirkiyeyê Stefan Schennach rapora xwe ya serdana di navbera 11 û 14’ê hezîranê li Tirkiyeyê kiribû, eşkere kir. Schennach û Jill Mortimer ên raporê amade kirine bal kişandin ser şert û mercên tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   BALKIŞANDINA TECRÎDÊ   Schennach derbarê tecrîdê de xwest demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dane werin sepandin, beyî paşxistin banga girtina tevdîran kir.    Di raporê de ev tişt hatin gotin: “Derbarê kêm agahdarina rewşa birêz Abdullah Ocalan de, ez hatim agahdarkirin. Ji adara 2020’an heya niha tu xizmên wî nekarîne serdana wî bikin û herî dawî birayê wî di adara 2021’an de bi telefonê pê re axiviye. Ji tabaxa 2019’an ber bi îro ve tu parêzerên wî pê re hevdîtinê pêk neanîne.”   RAROÊN CPT’YÊ YÊN NEHATINE EŞKEREKIRIN   Di raporê de hat gotin ku ji ber rayedarên tirk destûr nedane, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) 5 raporên xwe eşkere nekirine.    GIRTÎGEH    Di rapora derbarê rewşa girtîgehên Tirkiyeyê de jî hin agahî hatin parvekirin. Di raporê de hat gotin ku di girtîgehan de gelek girtî tên ragirtin, dema girtinê gelek dirêj e û bal kişan ser metirsiyên têkildarî van sepanan. Di raporê de derbarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala ê ji doza Geziyê tê ragirtin, nirxandinên berfireh hatin kirin. Herwiha derbarê girtiyên nexweş ên giran de jî metirsî hatin rêzkirin.    ÎŞKENCE   Hat destnîşankirin ku tevî gotina rayedaran a “Jî îşkenceyê re tolerans tune ye” di salên dawî de, di bin çavdêriya polîsan de û li girtîgehan îşkence û sepanên muamileya xirab gelek zêde bûne, di girtîgehên tîpa F de jî mirin çêdibin.   ‘DIVÊ TIRKIYE BIRYARÊN DMME’YÊ BISEPÎNE'   Di raporê de biryarên DMME’yê yên ji aliyên Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn jî hatin nirxandin û hate destnîşankirin ku ev biryar têkildarî binpêkirinên azadiya xweîfadekirin û ragihandinê, binpêkirinên azadiya kombûn û birêxistinbûnê, binpêkirinên azadiya hizirîn, wijdan û baweriyê,  xebitîna edaletê, bêbandorbûna lêpirsînên têkildarî çalakiyên hêzên ewlekariyê, bêcezabûn û tundiya navmalbatî ne.   QEYÛM   Raportor têkildarî polîtîkayên desteserkirina yên şaredariyên HDP û DEM Partîyê jî nirxandinên xwe kirin û diyar kir ku di hemû hevdîtinên li gel rayedaran de ev mijar jî anîye ziman.