Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir 2024-10-03 14:09:40   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê kesên di rêveberiya ÎYÎ Partiyê de cih digirin ji peywîrên xwe îstîfa kirin.    Giyasettîn Kayaalp ku ji sala 2017’an û vir ve li navçeya Cizîr a Şirnexê serokatiya navçeyê ya ÎYÎ Partiyê dike, îstifaya xwe ya ji wezîfeyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberên partiyê jî îstîfa kirine.    Rojên derbasbûyî jî Serokê ÎYÎ Partiyê yê Şirnexê Mehmet Yilmaz Îlçî di nav de 41 kesan ji partiyê îstîfa kiribûn.