Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin 2024-10-03 14:19:13   EDENE - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî serdana Huseyîn Çig ê piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan kirin.    Huseyîn Çig ê di 30’ê îlonê de ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê hate berdan, gihişt Edeneyê ku malbata wî lê rûdine. Çig ê tevî 30 sal cezayê hefsê yê lê hatibû birîn xelas kir jî berdana wî salekê hatibû dirêjkirin û piştî 31 salan hate berdan. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîz Edeneyê (AYKAY-DER) serdana Çig kirin.    Çig spasiyên xwe pêşkeşî kesên serdana wî kirin kir û bal kişand ser tecrîda li girtîgehan her ku diçe kûr dibe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Divê ev tecrîd demildest bê rakirin.”