Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’ 2024-10-03 14:22:03   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku girtî Mizgîn Acar a li Girtîgeha Tîpa E a ya Mêrdînê dihat ragirtin, hewl daye întîhar bike.    Mizgîn Acar nêzî 5 mehan berê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hate girtin û sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê hate kirin. Acar, di 30’ê îlonê de ji bo danişîna biryarê anîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Bi îdiaya, “di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de tev li pevçûnan bûye” cezayê muebbetê dan Acar. Hat îdiakirin ku Acar piştî biryara behsa xeberê, di şeva 1’ê cotmehê de hewl daye li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê întîhar bike.    Acar a ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê, derbasî beşa lênihêrîna awarte kirin. Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Acar hêj jî didome.