Kevneşopiya 300 salan didome 2024-10-03 15:04:33   ŞIRNEX - Welatiyên ku her sal di demsala payîzê de di ziyareta Tamtamûkê ya li bajarokê Gundeke Melê ya Şirnexê de tên cem hev kevneşopiya bi hezaran salan berdewam dikin.    XWARIN TÊN AMADEKIRIN   Her sal di meha cotmehê de welatiyên li Şirnexê û navçeyên wê li ziyareta Tamtamûkê ya bajaroka Gundikê Melê tên cemhev. Weke her sal îsal jî di demsala payîzê de serê sibehê welatî kom bûn û kevneşopiya 300 salan domandin. Welatiyan li zîyaretê xwarinê ku çêkiribûn bi hev re parve kirin û çanda komînal a sedan salan zindî kirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yên Şirnex û navçeyên wê jî bi hevşeredarên Gundikê Melê re serdana welatiyan kirin û li wir bi welatiyan re xwarin xwarin.