Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê 2024-10-03 16:46:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê yê Iraqê Dadger Omer Ahmet daxuyand ku ew ê destûr nedin di hilbijartinê de bêusilî û sixtekarî werin kirin.    Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê yê Iraqê Dadger Omer Ehmed di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku êw ê di hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de derfetê nedin sextekariyê. Ehmed diyar kir ew ê bi dehan alavên elektronîk yên pêşketî di dengdanê de bikar bînin û amêrên hilbijartinê dê saet 07.00'an dest pê bike û dê heya saet 18:00’an bidome   Ehmed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku 41 hezar xebatkarên komîsyonê dê beşdarî pêvajoyê bibin, hinek ji wan perwerde dîtine û hinek jî niha perwerdeyê dibînin da ku bi temamî amade bin. Ehmed da zanîn ku dê ji 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinê bikin.   Hêjayî gotinêye ku ev hilbijartina ku dê di 20’ê vê mehê de were lidarxistin dê bibe şeşemîn Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Propaganda û kampanyayên ji bo hilbijartinê dest pê kirine didomin.