Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê 2024-10-04 09:00:27 ÊLIH - Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê berdewam in û got: “Em hemû kesên daxwaza edalet, azadî û wekheviyê dikin vedixwînin Amedê.” Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Platforma Saziyên Demokratîk dê mitîngê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” li dar bixe. Xebatên ji bo mitîngê li gelek bajaran berdewam in.    'NETEWEYA DEMOKRATÎK DÊ BI XWE RE KEYFXWEŞIYÊ BÎNE’    Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo mitîngê berdewam in. Tekîk, da zanîn ku ev mitîng di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de tê lidarxistin û wiha got: “Bi komployê dixwazin şerê di navbera tirk û kurdan de girantir bikin. Bi vê yekê re hewl didin hêviya azadiyê ya gelê kurd bifetisînin û li Rojhilata Navîn çawa dixwazin wisa tevbigerin. Armanca yekemîn a komployê ew e ku bingeha şer a daîmî li Rojhilata Navîn ava bikin.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk   Bi domdarî Tekîk diyar kir ku armanca komployê “tesfiyekirin” bû lê ev armanc pêk nehatiye. Tekîk, wiha pê de çû: “Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hêj mezintir bû. Dê bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd û azadiya birêz Ocalan li Amedê mitîngek were lidarxistin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û mercên azadiya wî bên avakirin. Heke em bixwazin li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke bê kedxwarî bijîn, heke em jiyaneke wekhev û azad bixwazin, divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Di nava 50 salên dawî de şer û mirin heye û tenê bi rakirina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan dikare rê li ber vê were girtin. Li şûna mantiqa netewe dewleta yekperest, hewceye neteweya demokratîk esas bê girtin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê tenê bi neteweya demokratîk dikarin keyfxweş bijîn.”    BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ   Tekîk, got ku di xebatên xwe de ji gel re vedibêjin bê ka çima divê tecrîd were rakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em azadiya birêz Ocalan vedibêjin. Ji bo ku peyameke xurt were dayin em kolan bi kolan dixebitin. Nêrîna siyasî çi dibe bila bibe, her kesên daxwaza edalet, azadî, wekhevî, pêkvejiyana gelan û jiyaneke bêyî kedxwariyê dixwaze divê tev li mitîngê bibe. Her kesên beşdarî vê mitîngê dibin dê daxwaza aştiyê bikin. Banga me j bo tevahiya gelên me ew e ku beşdarî mitîngê bibin. Em bang li komplogerên navneteweyî û rêveberên Tirkiyeyê dikin ku dawî li vê tecrîdê bîni.”