Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin 2024-10-04 10:09:06   AMED - Endamê PM’a DBP’ê Nûrî Denîz da zanîn ku dê 4 mehan li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên rêxistinkirinê bimeşînin û di dawiyê de jî “konferansa rêxistinkirinê” li dar bixin. Denîz, banga tevlibûna seferberiya rêxistinbûnê li her kesî kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn û birêxistinkirinê” li dar xist. Komxebat, bi dirûşma “Rêxistinbûyîn serkeftin e” li Amedê hat lidarxistin û “seferberiya rêxistinbûnê” hate destpêkirin. Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê dê li gorî zêdehiya nifûsê li 12 herêman xebat bên meşandin. Di vê çarçoveyê de dê rêxistinên bajar û navçeyan bên xurtkirin, li cihê partî lê ne birêxistinkirî jinûve xebatên rêxistinkirinê bide destpêkirin. DBP, saziyên demokratîk û partiyên siyasî dê beşdarî seferberiya rêxistinbûnê bibin û piştî pêvajoya 4 mehan dê “Konferansa rêxistinbûnê” were lidarxistin. Di çarçoveya xebatan de dê bi gel re civîn bên lidarxistin û kolan bi kolan, mal bi mal û tax bi tax xebat bên kirin.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) a DBP’ê Nûrî Denîz, têkildarî pêdiviya bi xebatên rêxistinbûnê, encamên komxebatê û xebatên ku dê di demên pêş de bên kirin axivî.    ‘YÊN JI HÊLA RÊXISTINÎ VE AMADE DÊ ENCAMÊ DIYAR BIKIN’    Denîz, diyar kir ku li cîhanê û herêmê gelek geşedanên girîng diqewimin û wiha got: “Şerê Rûsya-Ûkraynayê, pevçûnên di navbera Filistîn-Îsraîl-Lubnanê çendek geşedanên li herêmê ne. Hêzên kûrewî, herêmî û dewlet li gorî van geşedanên nû, rewşên xwe yên polîtîk, siyasî, leşkerî û aborî jinûve dinirxînin. Xwe li gorî rewşên nû bi cih dikin. Modernîteya kapîtalîst hewl dide bi qasî ji dest tê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dirêj bike û temenê xwe dirêj bike. Dewletên herêmê û yên despotîk jî hewl didin ji valahiyên heyî sûdê bigirin û hedefên xwe pêk bînin.”    Denîz, ev pêvajo weke “navbera aloziyê” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Di nava xwe de hem firsendan hem jî xetereyan dihewîne. Hem rewşên avantaj hem jî yên dezavantaj hene. Hêzên ku di vê pêvajoyê de xwe birêxistin kirîn dê encama vê pêvajoyê diyar bikin. Ji sala 2014’an heta niha AKP-MHP bênavber êrişî tevgera kurd, hêzên demokratîk-sosyalîst dike û konsepta êrişê xistiye meriyetê. Pêvajoya tecrîdê, girtina siyasetmedaran, tayînkirina qeyûman a li şaredariyan, girtina saziyên rêxistinên civaka sivîl û derxistina bi hezaran mirovan a ji kar dan destpêkirin. Dewlet û zîhniyeta dewletê baş dizane bê ka civakên birêxistinkirî dikarin çi bikin. Lewma naxwaze hêzên birêxistinkirî yên li dijî wê hebin. Rêxistin û avadaniyên rêxistinkirî yên ji derveyî xwe naxwazin. Ji ber vê sedemê jî xwest saziyên rêveberiya xweser tesfiye bike.”    POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Bi domdarî Denîz, bi lêv kir ku di komxebatê de sedemên nûjen ên di rêxistinbûyînê de nîqaş kirine û wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de em li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn. Derket holê ku di gelek qadan de rêxistinbûn qels e yan jî qet tune ye. Biryar hate dayin ku li bajar, navçe, kolan û taxan jinûve rêxistinbûnek were avakirin. Îktîdar ji bo ku bikare zext û tehekûma xwe li ser civakê ava bike, naxwaze civak birêxistinkirî be. Ji bo jihevbelavkirina rêxistiniya li Kurdistanê bi taybet jî jin û ciwanan hedef digire û li dijî wan polîtîkayên şerê taybet xistiye meriyetê. Ciwanên ku bêalternatîf hatine hiştin jî ref bi ref berê xwe didin derveyî welat, ji ziman û çanda xwe dûr dikevin, bi rêya polîtîkayên weke fihûş û tiryakê ji siyasetê dûr tên xistin. Di demên dawî de li Kurdistanê di nava malbatên me de êdî ji ber pirsgirêkên pir biçûk jî bûyerên tundiyê rû didin. Bi van polîtîkayan êrişî yekitî û yekparetiya gelê me dikin.”    Di berdewamê de Denîz li dijî vê rewşê banga tevlibûna seferberiya rêxistinbûnê li ciwanan kir û wiha dom kir: “Ciwanan her tim pêşengtiya têkoşîna me kirine. Her wiha dînamoya siyaseta me ya demokratîk in. Ciwan, hêza bitevger a li gel guherînê ye. Ji bo jiyana nû li ser bingeheke demokratîk were avakirin, ciwan jênevegerin. Em bang li ciwanan dikin ku di nava siyaseta me de cih bigirin û pêşengtiyê jê re bikin.”    DÊ ‘KONFERANSA RÊXISTINBÛNÊ’ BÊ LIDARXISTIN    Denîz, da zanîn ku dê xebatên rêxistinbûnê li Kurdistan û Tirkiyeyê li 12 herêman bên meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Li van deran dê li gel partiyên siyasî, saziyan û hwd. rêxistinbûna heyî were xurtkirin û cihên rêxistinbûna me lê tune ye jî dê jinûve bên rêxistinkirin. Armanca me ev e. Her herêm dê kolan bi kolan, tax bi tax, bajar bi bajar û navçe bi navçe plansaziya xwe çêbike û xebatan bimeşîne. Di komxebatê de biryara konferansê hate dayin. Di çarçoveya xebatan de dê bi gel re civîn bên lidarxistin. Daxwaz û pêşniyarên gel dê bên guhdarîkirin, ev dê di konferansê de bên nirxandin û biryar were dayin. Piştî xebatên 4 mehan em ê ‘Konferansa rêxistinbûnê’ li dar bixin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku tev li vê seferberiya rêxistinbûnê bibin.”    MA / Bêrîvan Altan