Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da 2024-10-04 10:25:48   MÊRDÎN - Kekê Abdulkadîr Kûday ê tevî ku ATK’ê 3 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dayê jî nehate berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da Salîh Kûday, diyar kir ku kekê wî tu caran bêrûmetî qebûl nekir û wiha got: “Tevî ku li ser sedyeyê bû jî her tim moral dida me. Digot ‘kî têbikoşe û li ber xwe bide ew dê serbikeve.”   Girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê dema li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihate ragirtin Saziya Tiba Edlî 3 caran rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabûyê tevî ji bo li nexweşxaneyeke baş were dermankirin bangên berdanê hatin kirin jî nehate berdan. Kûday ê nehate dermankirin, di 2’yê cotmehê de li nexweşxaneya lê dihate ragirtin jiyana xwe ji dest da.    Bûyera ku bû sedem 2 caran cezayê hefsê yê girankirî li Kûday were birîn bû kuştina 2 kesên dema di protestoyên Kobanê de. Di dema çalakiyên 6-8’ê cotmeha 2014’an de têkildarî kuştina 2 kesên ku hate îdiakirin endamên DAIŞ’ê ne û yek ji Erebîstana Siûdî yek jî ji Sûriyeyê ye Kûday jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin û 20 jê hatin girtin. Di pêvajoya darizandinê de bi qeydên telefonê derket holê ku Kûday ji cihê bûyer lê qewimî 20 kîlometreyan dûr e. Şahidên bûyerê jî teqez kirin ku Kûday di dema bûyerê de bi malbata xwe re li şînê bûye. Lê Kûdayê tevî vê yekê nehate berdan ji ber îfadeyên şahidekî li gel Yavûz Akar û Mehmet Gultekîn du caran cezayê hefsê yê muebeda giran lê hate birîn. Derbarê 17 kesên ku di dosyayê de hatin darizandin de jî biryara beraetê hate dayîn. Biryara ji aliyê dadgehê ve hate dayîn pişt re ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin û biryara jinûve darizandinê hate dayîn. Lê biryara derbarê Kûday û hevalên wî de nehate guhertin.    Salîh Kûday   4 SALAN NEBIRIN REVÎRÊ JÎ, FELC MA   Kûday, ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin, pişt re jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin. Abdûlkadîr Kûday, tevî nexweşiyên xwe jî ji sala 2017’an heta sala 2021’an 4 salan dernexist revîrê. Di encama zexta raya giştî ya zêde de Kûday di sala 2021’an de sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Ewilî teşhîsa fitika piştê danîn pişt re ji ber janên wî zêde bûn hate fêmkirin ku teşhîsa xelet hatiye danîn.    Kûdayê hate diyarkirin ku bi nexweşiya Amyotrofîk Lateral Skleroz (ALS) ketiye, ji ber tedawiya dereng mayî felc bû û kete nav nivînan. Kûday ji ber her roja ku diçû nexweşiya wî giran dibû kîloyeke zêde da. Derbarê Kûday de di sala 2021’an de ji aliyê Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê ve rapora “nikare li girtîgehê bimîne” hate dayîn lê dîsa jî nehate berdan.    BI GOTINA DIBE KU BIBE ‘BOMBEYA ZINDÎ’ BERNEDAN   Kûday, ê piştî nexweşiya wî giran bû di 12’ê çileya 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yan a Metrîsê bû derbarê wî de du caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” hate dayîn. Lê vê carê jî bi îdiaya “ji bo ewlehiya civakê dibe ku bibe gefek” berdana wî hate taloqkirin. Ji hewldanên parêzeran ên ji bo berdana Kûday re bersiva “heke were berdan dê bibe bombeya zindî” hate dayîn.    Piştî ku rewşa Kûday giran bû di 20’ê tebaxa 2024’an de sewqî Nexweşxaneya Çam û Sakûra ya Başakşehîrê hate kirin lê vê carê jî ji ber pêk anînên derveyî mirovahiyê yên lê hatin kirin tedawî qebûl nekir. Di 2’yê cotmehê de ji malbata Kûday ê dîsa birin girtîgehê re gotin ku wî jiyana xwe ji dest daye.    TECRÎD QEBÛL NEKIR   Abdûlkadîr Kûday tevî nexweşiyên xwe jî ji çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di salên 2018-2019’an de pêk hatin paş ve nema.    ‘CUREYEKÎ CUDA YÊ DARVEKIRINÊ DI DEWRÊ DE YE’    Salîh Kûday, anî ziman ku birayê wî li Qoserê dikandarekî jê dihate hezkirin bû û bi lêv kir ku ji destpêkê ve birayê wî qurban hate hilbijartin. Kûday, bi lêv kir ku birayê wî nebirin revîrê dihate tecrîdkirin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê ji parêzerên wî re got ‘gelekî girêdayî rêxistinê ye, îhtîmala wî ya ku bibe bombeya zindî heye’. Difikirin ku mirovekî di nav nivînan de bibe bombeya zindî, ez fêm nakim bi rastî. Lê em dizanin ku dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin. Îro dibe ku di destûra bingehîn de cezayê darvekirinê nîne lê cureyekî darvekirinê yê din xistine dewrê. Gelek girtiyên nexweş heman rewş jiyan. Emsalên van yekan hene.”   ‘GOTIBÛ EM Ê BI BERXWEDANÊ SERBIKEVIN’    Kûday, da zanîn ku temamê tiştên qewimîn bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re têkildar e û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê weke laboratuarê hate destpêkirin, ewilî li hemû girtîgehan pişt re jî li hemû civakê hate belavkirin.    Kûday, anî ziman ku gelek dîtin ku Abdûlkadîr Kûday li cem malbata xwe jiyana xwe ji dest bide û bi bîr xist ku birayê wî di hevpeyvînekê de wiha gotibû: “Tecrîd çiqas giran bibe bila bibe, zext û bêhiqûqî çiqas zêde bibin bila bibe wê berxwedan jî ewqas zêde bibe. Kesên ku di encama vê berxwedanê de serbikevin em in. Em ê ji ber vê yekê li ber xwe bidin.” Kûday, anî ziman ku kekê wî bêrûmetî qet qebûl nekir û sekneke li gorî wê nîşanda û got: “Min jî gelek caran pê re hevdîtin kir ku tedawiyê qebûl bike. Ji min re gotibû ‘Bêrûmetiyê li min ferz neke, ev tiştên li dijî min û li dijî fikrên min tên kirin qebûl nakim’.”   ‘HER ÇIQAS JIYANA XWE JI DEST DABE JÎ YÊ BI SERKEFT ABDÛLKADÎR E’    Kûday, diyar kir ku birayê wî ji wan re ragihandibû ku her dem bihêvî ye û bawer dike ku dê di encama berxwedanê de serbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her tim wî moral dida me. Tevî ku li ser sedyeyê bû jî her tim moral dida me. Digot ku ‘Kî têbikoşe, kî li ber xwe bide ew dê serbikeve’. Bi rastî jî dibe ku îro jiyana xwe ji dest dabe lê yek ji kesê ku desthilata AKP’ê û MHP’ê mehkûm kir jî Abdûlkadîr Kûday e. Em jî dê şopdarên rêya wî bin. Em ê rêya wî, xeyalên wî, hêviya wî ew perspektîfa ku wî nîşanî me dayî bişopînin. Dibe ku em layiqî wî û hevalên wî nebûn, dibe ku me nekarî tecrîdê rakin. Lê em bang li gelê xwe dikin; Bêyî ku ji girtîgehan darbestek derkeve em xwedî li girtîgehan derkevin, em ji dengê wan ê di nava çar dîwaran de nayê bihîstin re bibin deng. Em bibin ziman, guh û çavên wan. Em ji herkesê re vebêjin ku çawa li ber xwe dan. Em vebêjin ku çi zilm û pirsgirêk hene û li dijî van zextan çawa li ber xwe dane. Ez bawer dikim ku dê ev berxwedana wan serbikeve.”   MA / Ahmet Kanbal