Şewata li Rojhilat gel vemirand 2024-10-04 11:13:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata ku du roj in li bajarên Merîvan, Sana û Sawlava yên Rojhilat berdewam dikir bi mudaxileya gel hate kontrolkirin.  Şewata ku di 3’yê cotmehê de li çiyayê Kosalan ê di navbera bajarên Merîvan, Sana û Sawlava yên Rojhilat derket hate kontrolkirin. Şewata ku hêzên rejîmê mudaxile nekir, gel bi hewldana xwe vemirand. Hawirdorparêz ên şewat vemirandin, bi lêv kirin ku ji bo ku li herêmê daran biçînin dê bixebitin.