Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê 2024-10-04 11:19:19   COLEMÊRG - Cezayê Abdurrahman Gemîcîoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Gemîcîoglû ku nexweşiyên wî yên giran hene, bi ambulansê sewqî Girtîgeha Wanê hate kirin. Karûbarên ketina girtîgehê yên Gemîcîoglû di ambulansê de hatin kirin û piştre birin nexweşxaneyê.    Abdurrahman Gemîcîoglû 67 salî ye û nexweşiyên wî yên giran hene. Cezayê 8 sal û 9 mehan ê Gemîcîoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Nexweşiyên weke penceşêra rûviya stûr, nexweşiya dil, şekir, tansiyon, anksiyete û gelek nexweşiyên Gemîcîoglû yên din hene. Gemîcîoglû, duh di encama serdegirtina mala wî ya li navçeya Geverê ya Celemêrgê de hate binçavkirin. Gemîcîoglû birin Edliyeya Geverê û piştî biryar li rûyê wî hate xwendin, bi ambulansê birin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Hat zanîn ku Gemîcîoglû 10 saetan di ambulansê de hate sekinandin. Piştî karûbarên ketina girtîgehê di ambulansê d hatin kirin, Gemîcîoglû birin Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.    NEXWEŞIYÊN GEMÎCÎOGLÛ   Elîf Gemîcîoglû da zanîn ku bavê wê ji ber nexweşiya penceşêrê nêzî saleke li gelek nexweşxaneyên Wan û Geverê tê tedawîkirin û wiha got: “Nêzî 6 mehan rûviyên bavê min li derve bûn û bi vî awayî hate tedawîkirin. Mehek berê rûviyên wî dîsa girtin hundir. Di 9’ê cotmehê de randevuya bavê min a kolonoskopiya heye. Her wiha du roj berê ji ber nexweşiya dil me rakir nexweşxaneyê. Di heman demê de dilê wî zeîf e. Di demên berê de dilê wî ji sedî 35 dixebitî û niha daketiye ji sedî 20’ê. Li gel van nexweşiyên giran, her wiha nexweşiyên wî yên tansiyon û şekirê hene. Di demên dawî de jî hebên antîdepresanê bi kar tîna. Car bi car hafizeya wî diçe. Niha jî ne di wê ferqê de ye bê ka çi dijî û çi bi serê wî tê.”    ‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE YÊN BINGEHÎN BI CIH BÎNE’    Gemîcîoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min di nava partiyeke siyasî de ku niha nûnertiya bi milyonan kesan dike de xebatên siyasî meşand. Ev nêzî du sal in ji ber nexweşiyên xwe yên giran li nexweşxaneyê tedawî dibe. Rewşa tenduristiyê ya bavê min pir giran e û nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne. Divê tavilê were berdan û tedawî bibe. Banga min ji bo tevahiya raya giştî ew e ku bikevin nava tevgerê. Em dixwazin Wezareta Dadê biryara xwe dîsa binirxîne. Cihê bavê min ne girtîgeh, nexweşxane ye. Tevî ku xetere li ser jiyana bavê min hebû lê dîsa jî bi ambulansê birin girtîgeha Wanê. Ev rewş nayê qebûlkirin.”    ÇI BÛBÛ?   Di sala 2012’an de li navçeya Geverê di bin navê “KCK’ê” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li Abdurrahman Gemîcîoglû hate vekirin. Di dozê de 8 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Gemîcîoglû. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, cezayê dadgeha herêmî di sala 2019’an de dabû Gemîcîoglû, demek berê erê kir.    MA / Mazlum Engîndenîz