Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt 2024-10-04 13:45:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Veguhestinê yê Lubnanê diyar kir ku ji ber êrişa Îsraîlê ya li dijî deriyê sînor ê Sûriyeyê, rêya sivîl tê de direviyan hatiye girtin.  Êrişên hêzên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam in. Wezîrê Veguhestinê yê Lubnanê Alî Hamîeh, diya kir ku ji ber êrişa Îsraîlê ya di danê sibehê de li dijî Deriyê Sînor ê Masnaayê ku di navbera Lubnan û Sûriyeyê de ye, rêya bi sedan welatiyên dixwestin birevin Sûriyeyê hatiye girtin. Hamîeh, got ku êrişa behsa xeberê di nava sînorên Lubnanê de hatiye kirin û çaleke bi qasî 4 metreyan çêbûye.    Berdevkê leşkerî yê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê (IDF) jî duh di daxuyaniya xwe de îdia kir ku Hîzbullah vê rêyê ji bo ekîpmanên leşkerî derbasî Lubnanê bike bi kar tîne. Ji berdevkên IDF’ê vichay Adraee li ser hesaba xwe ya X’ê wiha gotibû: “IDF, dê destûrê nede ku ev çek bên revandin û heke di tevahiya şer de tiştên wiha bên kirin dê IDF dudil tevnegere.”    Li gorî daneyên hikûmeta Lubnanê, piranî jê sûriyeyî, di nava 10 rojan de zêdetirî 300 hezar kes derbasî Sûriyeyê bûn.