Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir 2024-10-04 14:35:39   WAN - Şandeya DEM Partiyê serdana malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku ji 27'ê îlonê ve winda ye, kir.   Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana malbata xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve windaye, kir. Şandeyê bi dayik, bav û ferdên din ên malbatê re hevdîtinek pêk anî û derbarê xebatên lêgerînê de agahî wergirtin. Di şandeyê de parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Pervîn Bûldan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Guneş û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî cih girtin.    Şandeyê demekê bi malbata Kabaîş re sohbet kir û pirsa halê wan kir. Şandeyê da zanîn ku ew dê wan tenê nehêlin û şopdarên xebatên lêgerînê bin.