Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê 2024-10-04 14:44:15 COLEMÊRG - Nexweşê penceşêrê Abdurrahman Gemîcîoglû piştî cezayê wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatî erêkirin, bêyî tedawiya wî temam bibe şandin girtîgehê.  Cezayê Abdurrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku nexweşê penceşêra rûviya stûr e, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Gemîcîoglû bi ambulansê birin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê û piştî karûbarên wî temam bûn jî şandin Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Tedawiya Gemîcîoglû hêj temam nebûbû ku dîsa birin girtîgehê. Li gel penceşêrê, her wiha gelek nexweşiyên din ên Gemîcîoglû hene. Ji ber nexweşiyan nikare rabe ser pêyan û hat diyarknirin ku dê tedawiya wî li revîra girtîgehê bidome.    ÇI BÛBÛ?   Di sala 2012’an de li navçeya Geverê di bin navê “KCK’ê” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li Abdurrahman Gemîcîoglû hate vekirin. Di dozê de 8 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Gemîcîoglû. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, cezayê dadgeha herêmî di sala 2019’an de dabû Gemîcîoglû, demek berê erê kir.   Nexweşiyên weke penceşêra rûviya stûr, prostat, dil, şekir, tansiyon û anksiyeteyê yên Gemîcîoglû hene. Gemîcîoglû duh di serdegirtina malê ya li Geverê de hate binçavkirin û piştî li Edliyeya Geverê biryar li rûyê wî hate xwendin, bi ambulansê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê hate kirin. Dema birin girtîgehê, karûbarên ketina girtîgehê di ambulansê de hatin kirin û 10 saetan di ambulansê de hate sekinandin.