Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike 2024-10-05 08:13:49   WAN - Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê gaveke pêşeng ji bo jinan avêt û dê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê veke.       Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 Salî ya Jinan de, ku berê bi raya giştî re hatibû parvekirin, bi projeyê "Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê" gaveke girîng diavêje. Armanca projeye ew e kû xebatên nêrîna jinan bimeşîne û hişmendiyê derxe holê.    XEBATÊN TEVGERÊN JINAN DÊ CIH BIGIRIN    Di nav navendê de, ku amadekariyên wê berdewam in, dê xebatên rêxistinên jinan ên li Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cihanê yên wek; nîşeyên destnivîs ên jinan, belgeyên fermî, name, nivîskarî û wêne, herwiha berhemên hunermendên jin (roman, çîrok, helbest, nivîsên ceribandinê) cih bigirin. Di serî de dê dîroka jinê û berhemên ber bi wendabûnê ve diçin bên derxistin. Her wiha bi vî awayî berhemên hem berbiçav bin, bên parastin û hem jî tevna kevneşopî ya herêmê jî dê di nav de cih bigire. Navend herwiha armanc dike ku berhemên ku dê bên komkirin biparêze û bi hewldaneke taybet van belgeyan bigihîne nifşa nû da ku winda nebin.    DÊ ZANÎN Û SERPÊHATIYÊN JINAN BÊN PARVEKIRIN    Di navendê zanîn û serpêhatiyên jinan ên derbarê jiyanê de dê bên parvekirin. Tê armanckirin ku bi çalakiyên civakî û çandî, tevna bajêr a herêmî û cihêrengî jî derkeve holê. Di navendê de herwiha dê li hember newekheviya zayendî ya civakî ku di her warê jiyanê de jinê dike armanc de jî xebatên hişmendiya jinê were meşandin.     'EM HÊZA XWE JI JINAN WERDIGIRIN’   Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal diyar kir ku ji roja yekem a ku hatine ser kar ve heta niha xebatên xwe bi gor nêrîna jinê dimeşînin û wiha got: "Em xebatan dimeşînin da ku di her warê jiyanê de zanist û hişmendiya jinê derxin holê. Ji dîrokê heta roja me ked, xebat û berhevkirinên jinê ên ku honandin em ê li vê navenda bîranînê ya hevpar de bi kar bînin ji ber ku em hêza xwe ji jinan digirin.  Ji ber ku em dizanin; heta ku em tiştên hişmendiya me dagir kirine, teleyên ku me ji hev, ji jiyanê û civakê dûr dixe nebînin û heta ku em bi hev re hişmendiya xwe ya azad ava nekin, em nikarin rizgar bibin. Ji bo vê yekê em ramana xwe ji nû ve digirin û bi nêrîna jinê ya; etîk, estetîk, aborî, ekolojî, demografî, siyasÎ, perwerdeYÎ, dîrok û tenduristî di serî  de ji nû ve dihewînin.     'EM PÊŞKÊŞÎ NAGÎHAN Û HEMÛ JINÊN BERXWEDÊR DIKIN’      Şedal diyar kir ku ew girîngiya çalakiyên di warê jinan de tên meşandin dizanin û navenda ku di qonaxa amadekariyê de ye û xebatên avakirina wê bi lez tên meşandin, dê di demeke kurt de bê vekirin. Şedal got: "Em vê navendê pêşkêşî Nagîhan û hemû jinên berxwedêr ên ku jiyana xwe ji bo heqîqetê terxan kirine, dikin û wiha axivî: "Em girêdayî dîroka azadîxwaz a ku bi destê jinan hatiye afirandinin. Têgihiştineke dîroka azadîxwaz a jinê heye ku hişmendiya dîrokî ya pûç a ku mêrê serdest hewl dide nîşan bide, hildiweşîne û ev yek dê li sedsala pêşiya me jî bandor bike. Ev navenda ku em ê ava bikin, dê di vê warî de peywireke girîng bigire ser xwe. Eger em bikaribin vê hişmendiyê bigihînin nifşên pêşerojê, em ê bigihîjin armanca xwe. Ji niha ve ji hemû jinan re pîroz be."