Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê 2024-10-05 09:09:45     ŞIRNEX - Li Elkê bi nêzikbûna zivistanê welatiyan dest bi amadekariya zivistanê kirin. Şeniyên herêmê ji bo sewalên xwe yên debara xwe pê dikin, dest bi berhevkirina giya kirin.    Li Botanê bi hatina demsala payîzê re welati dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku demsala zivistanê herî zede li wir zehmet derbas dibe û bilindahiya wê hezar û 650 metre ye, li gel nêzîkbûna demsala zivistanê, welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin.  Bêrîvanên ku havînê li zozanan diman jî, edî vedigerin li navçe û gundan. Ji aliyekî ve welatî êzingan berhev dikin ku zivistanê bişewitînin ji aliyê din ve jî ji bo pezê xwe ku debara xwe pê dikin, giya kom dikin. Ji ber ku navçe bilind û asê ye, ji bo çandiniyê ne guncaw e, çavkaniya debara welatiyan jî piranî bizin in.    Welatiyên ku ji ber buhabûna alif, ji sewalên xwe re bi derfetên xwe ve gîha kom dikin, heta biharê bi gihayê ku berhev kirinê li sewalên dinêrin û zivistanê bi vî awayî derbas dikin. Welatî giyayê çandine hişk dikin û piştrê jî bi hespan an jî bi wesayitan dibin navçeyê. Welaitiyê ji herêma Gova Reşo ya zozanên Elkê Serhat Guray ê giha berhev dike diyar kir ku berhevkirina gîha jî mîna her karekî zehmet e.    DEBAR ZEHMET BÛYE   Guray ku giyayê berhev kiriye û li wesayitê bar dike qala amadekariyên zivistanê û zehmetiyên xwedîkirina pez kir û wiha axivî: “Em gîha berhev dikin da ku zivistanê sewalên xwe pê biçêrînin. Zivistan hat, ji ber vê yekê em amadekariya zivistanê dikin. Ji aliyê din ve jî êzing û daran berhev dikin ku zivistanê bişewitînin. Em her sal beriya zivistanê vê amadekariyê dikin, ji ber ku ev der ji bo çandiniyê ne guncaw e, pez û bizinên min hene. Debara me bi ser sewalkariyê ye. Giya kom kirin karekî zahmet e, lê ji bo xwedîkirina sewalan em her sal li vê herêmê giya berhev dikin.”   Guray, anî ziman ji ber bihabûna ka û giyayê sewalan, şeniyên herêmê nema dikarin debara xwe bikin û wiha got:”Ev karekî pir zehmet e. Ne wek berê ye. Berê lêçûn ne ewqas zêde bûn. Yên ku sewalên wî hebûn, dikarîn debara xwe bikin, lê niha ne wisa ye û her tişt biha bûye. Wekî berê jî kes giha kom nake. Lê ji ber ku gihayê sewalan bihayê, em ji neçarî giha kom dikin.”     MA/ Mahmut Altintaş