‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’ 2024-10-05 14:43:53   AMED - Komeleya Wejekarên Kurd diyar kir ku ew ê ji bo azadiya ziman a gelan, tev li mitînga 13’ê cotmehê tê lidarxistin bibin.    Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo mitînga ku dê di 13’ê cotmehê were lidarxistin di daxuyaniya xwe de wiha got: “Meseleye kurd ya li vî welatî her roja ku diçe geremolî dibe. Bi taybetî tecrîdkirina girtiyên azadiyê û çareserkirina meseleyê, bi awayekî demokratîk bandora xwe di warê ziman û wêjeyê de jî dide der. Ji ber hindê hewce ye ji her alî de jiyanekî demokratîk ava bibe û ziman û wêjeya kurdî jî para xwe jê hilde.    ‘EM Ê DI MITÎNGA AZADIYÊ DE BIN’   Aliyê girîng ku wê zimanê kurdî zêdetir para xwe hilde, perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Ji lewre perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bo aştiyê di nava mirov û gelan de tiştekî bivênevê ye. Loma jî her cure tecrîd, bandora xwe li ziman û wêjeya kurdî jî dike. Bi hêviya ku ziman û mirov azad bin, em ê jî di 13’ê cotmehê de li Qada Stasyonê ya Amedê di mitînga ‘Azadiyê’ de bin.