Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe 2024-10-06 09:01:07 ŞIRNEX - Farûk Ataman ku di 16 saliya xwe de ji ber sedemên aborî neçar ma koçî Îzmîrê bike, piştî salan vegeriya welatê xwe û li zozanên ku zarokatiya xwe lê derbas kiribû, bi çandiniya organîk re mijûl dibe.    Farûk Ataman (65) ku di sala 1984'an de ji ber sedemên aborî neçar ma ji navçeya Elkê a Şirnexê koçî Îzmîrê bike, piştî 40 salan li Îzmîrê ma vegeriya welatê xwe. Ataman ê ku vegera xwe ya li ser axa welatê xwe wekî "Veger, xewn û xeyala min bû" bi nav kir, biryar da ku vegere welatê xwe. Ataman ku sala par vegeriya welatê xwe li Elkê bi cih bû. Ataman ku li herêma Gova Reşo ya zozanên Elkê çandiniya organîk dike, bang li welatiyên ku neçar mane koç bikin kir ku vegerin welatê xwe.   'VEGERIN WELATÊ XWE'   Ataman diyar kir ku di 16 saliya xwe de koçberî Îzmîrê bûne û got ku xeyala wî ya herî mezin ew bû ku rojekê vegere welatê xwe. Ataman anî ziman ku sala par xewna xwe pêk aniye û wiha got: "Em 40 salan li wir man. Lê hesreta welatê min ji dilê min derneket. Xeyala min ew bû ku rojekê vegerim welatê ku lê ji dayik bûme û jiyanê ava bikim. Li Îzmîrê jî ez bi çandiniya organîk re mijûl dibûm. Sala par min biryar da û her tiştê xwe firot û vegeriyam. Niha jî zozanên ku zarokiya min lê derbas bûye karê çandiyê dikim. Bamya, fasulye, îsot, firîngî, encûr û bacanan diçînim. Havînê li 5 meh an li zozanan im û zivistanê jî vedigerim navçeyê. Li vir behna min dertê. Ava paqîj, hewaya paqîj ew çiya tu cih weke vir na be. Ew der berdela hertiştî ye."   Ataman bang li welatiyên ku neçar manê koçber bibin jî kir ku li welatê xwe vegerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku min ew xeyala xwe pêk aniye gelek kêf xweş im. Bila gelê me ye li herême jî li vir çandiniyê bike ku ew der bibe çavkaniya debarê. Welatiyên me yên ku neçar man koçber bibin jî bila vegerin welatê xwe û li vir kar bikin. Heke hilberîneriyeke wan heye bila ji bo welat û gelê xwe bikin. Em li vir jiyaneke ava bikin. Bila gelê me koçberî welatên xelkê nebe. Ez 40 sal an li Îzmîrê bûm. Jiyana min jî pir hesan û xweş bû. Lê ji ber hesreta welat min nekarî bisekinim. Tu der weke welatê meriv nîne."   MA / Mahmût Altintaş