Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin 2024-10-06 10:10:26 ÎZMÎR - Biryara hepsa malê ya der barê rojnamevan Delal Akyuz, Tolga Guney û Melîke Aydinê de 8 meh in nayê rakirin. Parêzerên dosyeyê diyar kirin ku lêpirsîn bi derengî tê xistin.  Li Îzmîrê di 13’ê Sibatê de di serdegirtina malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvar’ê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût hat binçavkirin. Piştî 4 rojên di binçavan de der barê rojnameger Semra Tûran û Cîhan Başakçioglû de biryara ku heftê du rojan îmzeyê bidin û der barê Delal Akyuz, Tolga Guney, Melîke Aydin û Fatma Fûnda Akbûlût de jî di hepsa malê hat dayîn.   Piştî nêzî 8 mehan di ser binçavkirinê re derbas bû, der barê nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn û ji bo xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Fûnda Akbûlûtê jî îdianame hat amadekirin. Îdîaname ji Dadgeha Cezayê Giran a 18'an Îzmîrê re hat şandin û niha di asta lêkolînkirinê de ye. Ger dosye bê qebûlkirin wê ji bo danişînê rojek bê diyarkirin. Lê belê tevî ku dem derbas bûye jî der barê rojnameger Akyuz, Guney û Aydin ên di çarçoveya heman lêpirsînê de bi hepsa malê hatin girtin û Turan a ku cezayê kontrola edlî lê hatiye birîn de tu biryar nehatiye dayîn.    Parêzerên dosyeyê û rojnamevan Tolga Guney ku bi mehan e di hepsa malê de ye, der barê mijarê de axivîn.    LÊPIRSÎN BI DERENGÎ TÊ XISTIN   Parêzer Onûrcan Aykût diyar kir ku lêkolîna li ser malzemeyên dijîtal ên di operasyonê de hatine desteserkirin, wekî hinceta dirêjkirina lêpirsînê hatiye nîşandan. Aykut bal kişand ser vê yekê ku ev pêvajoyeke neqanûnî ye ku hem lêpirsînê dirêj dike û hem jî di Destûra Bingehîn de bi zelalî hatiye diyarkirin ku amûrên pîşeyî yên rojnamevanan nayên desteserkirin. Aykût got: "Eger wisa difkirin ku wê delîlan bi dest bixin, divê dîmenên wan li cihê ku lê bûn bihatana kişandin û lêpirsîn bi vî rengî bihata domandin. Lê belê wekî her lêkolînên ku ji aliyê Şaxa TEM'ê ve tên kirin, em dibînin ku Li dijî mafên Destûra Bingehîn û rêgezên giştî yên CMK'ê lêpirsîn tê kirin."   Aykût ku got "Mirov dikare beje ku hepsa malê jî teqbulî cezakirinê tê" û wiha dewam kir: "Ji ber ku ger muwekîl girtî bûna, diviyabû di demeke kin de îdianame bihata amadekirin. Bi vî rengî bi tedbîra kontrola edlî re wekî li gorî qanûnê ye nîşan didin û lêpirsîn bi awayekî keyfî tê dirêjkirin. Desteserkirina van amûran bi tena serê xwe dike ku rojnamevan nikaribin karê xwe bikin û bi hepsa malê ya demdirêj re jî dixwazin xebatên wan ên pîşeyî krîmînalîze bikin. Armanca sereke ya vê helwestê ew e ku rojnamevan nikaribin karê xwe bikin. Demildest divê biryarek bê dayîn."    MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ TÊ ASTENGKIRIN   Parêzer Selahattîn Tîmûr jî da xuyakirin ku her çendî gelek caran li dijî biryara hepsa malê îtîraz kiribin jî, darazê biryareke rewa ya ji bo azadiya çapemeniyê nedaye. Tîmûr da zanîn ku ji xeynî xebatên rojnamevaniyê di çarçoveya lêpirsînê de tu çalakî û xebateke din tüne ye û got: "Haya hemû raya giştî ji zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad ên li Tirkiyeyê heye. Hepsa malê ji bo muwekîlan rastî cezayên nedîyar hatiye. Ev pêvajo bûye sedem ku xebatên çapemeniyê yên muwekîlên me bên astengkirin û pêşî li nûçewergirtineke bêalî hatiye girtin."    Tîmur destnîşan kir ku ev rewş li dijî azadiya çapemeniyê û nirxên bingehîn ên demokrasiyê êrişeke giran e.    'EM Ê DEST JI PÊNÛSA XWE BERNEDIN'   Ji rojnamevanên ku di hepsa malê de tên girtin Tolga Guney jî diyar kir ku nûçeyên di dema binçavkirinê de çêkirine û hevdîtinên telefonên yên pîşeyî ku di çaçroveya pîşeyî de hatine kirin wekî delîlên sûc tên dîtin. Guney diyar kir ku ev krîmînalîzekirina pîşeya rojnamevaniyê ye û got: "Bi dehan hevpîşeyên min di girtîgehan de ne û der barê bi sedan jî doz hatine vekirin. Lê tişta hatiye serê me wekî pêkanîneke rûtîn a desthilatê tê dîtin. Dixwazin yên li derveyî çapemeniya monopol û alîgir marjînalîze bikin. Lê belê Çapemeniya Azad 30 sal in pozisyona xwe ya li dijî tarîtiyê robahî parast û wê ji niha û pê ve jî biparêze. Em bi mehan e di nava nediyariyekê de , lê dîsa jî em nûçeyên xwe dinivîsin. Em ê ji niha û pê ve jî dest ji pênaûsa xwe bernedin."