Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû 2024-10-07 12:29:09   ÎZMÎR - Ozge P. ya li Çigliyê dijî, ji aliyê S.Y. yê beriya du salan dest jê berdabû ve rastî êrişî hat bi giranî birîndar bû.    Ozge P. ya li navçeya Çîglî ya Îzmîrê dijî ji aliyê yê beriya du salan dest jê berdabû ve rastî êrişî hat. Ozge P. ya dema di saetên serê sibê li rawestgehê li benda otobusê dima êriş lê hate kirin, birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Çîgliyê ya Zanîngeha Bakirçayê. Hate zanîn ku xetereya jiyanî ya Ozge P’yê didome.    Xebatên lêgerîna S.Y. yê piştî bûyerê reviya didomin.