Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze 2024-10-07 19:00:10   AMED - Endamên partiyê ji hemû aliyan ve banga Mîtînga Azadiyê ya ku wê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kirin ku Amed ji bo aştiyê rol û misyona xwe bilîze.    Xebatên mîtînga ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk wê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê ji bo azadiyê li hev dicivin” bê lidarxistin, bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de îro li hemû navçeyên Amedê xebat bênavber berdewam kirin. Di serdanan de belavok hatin belavkirin û gel ji bo mîtîngê hat vexwandin.    BİSMİL   Li Navçeya Bismilê ya Amedê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Oduncu, hevşaredarên navçeyê û endamên partiyê esnafan ziyaret kir. Di ziyaretê de ku li kolana Îstasyonê û taxa Tepeyê pêk hat de, ji her kesî hat xwestin ku tev li mîtînga ku wê li Amedê li dijî bêhiqûqiyê bê lidarxistin bibin. Oduncu, bal kişand ser wate û girîngiya mîtîngê û diyar kir ku bêyî şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, mirov nikare li welat behsa demokrasî û edaletê bike. Oduncu got: “Di mîtîngê de ku em ê li Amedê li dar bixin, ji bo li welatê me edalet û aştî pêk were, divê em tevlîbûneke xurt bikin. Heya ku li welatê me demokrasî û edalet pêk neym, başkirina rewşa aborî ne pêkan e. Di vî warî de divê em bi îradeyeke xurt beşdarî mîtînga Amedê bibin."   KARAZ   Li navçeya Amed Karazê gel û esnaf hatin ziyaretkirin û banga mîtîngê hat kirin. Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez, hevserokên bajêr  navçeyê belavok belav kirin. Parlamenter Îrmez di belavkirina belavokan û serdana esnafan a li navenda navçeyê de axivî û got: “Divê gelê Amedê di 13’ê Cotmehê de ji bo aştiyê rol û mîsyona xwe bilîze. Divê biherike Qada Îstasyonê."    HÊNÊ   Li navçeya Hênê ya Amedê Parlamentera bajêr Adalet Kaya û kesên pê re esnafan ziyaret kirin. Kayayê li vir axivî û got: “Aştî bi azadiya birêz Ocalan pêkan e. Ji ber vê yekê pêwîst e em hemû li qada mîtîngê vê peyamê bidin hemû cîhanê."    YENÎŞEHÎR   Heyeta ku ji Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray û endamên Meclisa DEM Partî û DBP'ê pêk dihat, çûn serdana saziyên sivîl ên bajêr. Heyet ewil çû serdana Baroya Amedê. Heyet bi Serokê Baroya Amedê û parêzerên wê re hevdîtin pêk anî. Beştaş li vir axivî û bang li parêzeran kir. Beştaş tecrîdê wekî qedandina hiqûqê bi nav kir û bi bîr xist ku 44 meh in destûr nayê dayîn ku hevdîtin bên kirin. Beştaş asta ku tecrîd gihaştiyê wekî asta dawî bi nav kir û pîvana wê ya hiqûqî nirxand. Beştaş bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan pêk tên û girîngiya mîtîngê.   Heyet piştî axaftinan Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetkaran a Amedê (DESOB), Şaxên Sendîkaya Genel ya DÎSK'iyê ya Hejmar 1 û 2, Koordînasyona TMMOB'ê ya Amedê û herî dawî Platforma Şaxên KESK'ê ya Şaxên Amedê ziyaret kir.   SÛR   Rêxistina Navçeya Sûrê ya DEM Partiyê, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Sûrê û endamên MYK'ê ji bo mîtînga Sûrê bang kirin û belavok belav kirin. Heyet li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Sûrê li hev civiya û li Çarşiya Şewitî, Bazara Penîrfiroşan, Xana Hesen Paşa, Bazara Zêrîndaran û Kolana Gaziyê esnaf û gel ziyaret kir û ew vexwendin mîtîngê.   FARQÎN   Rêxistina Navçeya Farqînê ya DEM Partiyê, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren, Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen û endamên meclisê esnafên Farqînê ziyaret kirin û banga tevlîbûna mîtînga 13'ê Cotmehê kirin. Eren di serdanan de bal kişand ser girîngiya mîtîngê û ser polîtîkayên şer û tecrîdê yên desthilatê û destnîşan kir ku divê mîtîng xurt bibe.