Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin 2024-10-07 19:16:40   AMED - Hunermend Helîmê Omerî û Azad BEdran hatin binçavkirin. NÇM'ê got: "Kes nikare muzîk û hunera kurdî bitepisîne."    Hunermend Helîm Arslan (Helîmê Omerî) û Azad Bedran Kizilkar îro danê sibehê hatin binçavkirin. Arslan li mala xwe hat binçavkirin û Kizilkar jî li balafirgehê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina hunermendan nehat hînkirin û hat gotin ku ew birine midûriyeta polîsan.    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî mijarê daxuyanî da. NÇM'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand netehemulkirina desthilatê ya li hemberî çand û hunera kurdî û got: "Kes nikare muzîk û hunera kurdî bitepisîne."