ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-08 09:00:06   * Abdurrahman Ayhan ku di dema serdana Abdullah Ocalan a li Agiriyê de pê re rêwîtî kiribû, wiha got: “Bi axaftinên xwe re hêvî dida gel. Bandor li mirovan dikir û tê digehand. Tevî hemû lîstikên qirêjî jî paradîgmaya wî li Rojava aj da.”   * Siyasetmedarên li Şirnexê ku amadekariya “Mîtînga Azadiyê” ya wê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin dikin wiha gotin: “Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Birêz Ocalan wê gelê Botanê biherike Amedê.”   * Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî nehat berdan û jiyana xwe ji dest da. Hevalê wî yê qawîşê Ergîn Aktaş demek pir kin beriya mirina Kuday nameyek nivîsandiye û gotiye: “Rewşa hevrê Abdulkadîr pir giran e. Êdî em gihîştine merhaleya dawî.”    * Bavê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 12 roj in winda ye Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku têkildarî keça wî tu agahiyên nû nînin û xwest ku li gundên derdorê, navçeyan lêgerîn bên destpêkirin û qeydên kamerayan bên kontrolkirin.    * Yek ji parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça banga beşdariya Mitînga Azadiyê kir û got: "Bi taybetî jî divê jin di refên herî pêş de cih bigirin.”    * Siyasetmedar Besîme Koncayê diyar kir ku Abdullah Ocalan yekem rewşenbîr û rêber ku banga şoreşa jinê kirite û got ku ji ber ku têkoşîna jinan a li ser esasê paradîgmaya azadîxwaz wekî tehdîd tê dîtin, êriş zêde bûne.   * Rojnameger Îkram Balekanî bal kişand ser encamên hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku dikarin hevsengiyên siyasî yên li hemû Kurdistanê biguherînin û got ku ji ber pêwendiyên PDK'ê bi Tirkiyê re hene, gel ji PDK'ê aciz in û ev jî dibe sedem ku PDK têk biçe.   * Aras Aslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya tund tê sepandin û girtiyên pîr û nikarin pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bikin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.     * Danişîna doza Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û Suleyman Salgucak ê bi gotina xwe ya “Biaxive tu ji ku yî?” bûbû rojev, dê li Dageha Cezayên Sulhê bê lidarxistin. (09.30)   * Sêyemîn danişîna doza rêveber û nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê  dê l 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê were lidarxistin. (10.30)   * Hevdîtinên bi gel re yên di çarçoveya mitînga “azadiyê” de didomin ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin. (11.00-20.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe ya meclisê de biaxive. (12.45) ZINDΠ   * Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî binpêkirinên mafên tenduristiyê û mafê jiyanê yên li girtîgehan de dê daxuyaniyê bide. (17.00)   * Di bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de dê belgefîlmê “Kuyu (Bîr)” were pêşandan. (18.30)