Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê 2024-10-08 09:02:17 ŞIRNEX - Siyasetmedarên li Şirnexê ku amadekariya “Mîtînga Azadiyê” ya wê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin dikin wiha gotin: “Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Birêz Ocalan wê gelê Botanê biherike Amedê.” Yek ji navendên ku ji bo “Mitînga Azadiyê” ya ku dê di 13’ê cotmehê roja yekşemê de li Amedê bê lidarxistin bênavber dixebite jî Şirnex e. Mitîng dê saet 13.00’an de li Qada Îstasyonê dest pê bike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica weke axaftvan dê tev li mitîngê bibin. Her wiha hunermend Bajar û Koma Sorjiyan jî dê di mitîngê de derkevin ser dikê.   Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç têkildarî xebatên li bajêr axivîn.    ‘LI DIJÎ ŞER MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK’    Gungen, diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn belav bûye dikare bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Li dijî şer, rêya 3’yemîn a modernîteya demokratîk şert e.” Gungen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tu agahî jê nayên wergirtin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye di serî de gelê kurd li ser gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Ev tecrîd li ser hemû alîgirên demokrasiyê û parazvanên mafên mirovan tê pêkanîn.”   ‘GELÊ BOTANÊ DÊ LI AMEDÊ BE’    Gungen, bal kişand ku yek ji şahidê herî nêz ê şer gelê Botanê ye û wiha got: “Ji bo vê beşa ku çareserî û aştiyê bi awayekî herî xurt biqîre jî Botan e. Ji bo ku em tecrîda li ser birêz Ocalan bidin rakirin em ê li Amedê mitîngeke mezin li dar bixin. Li Botanê em tax bi tax, kolan bi kolan xebatên xwe didomînin. Ji bo ku tecrîd were rakirin û birêz Ocalan azad bibe gelê Botanê dê biherike Amedê. Dê bi coş, rengê xwe li Qada Îstasyonê be.”   ‘ARMANC AZADIYA OCALAN E’      Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê Bajêr Sekvan Kilinç jî wiha got: “Tecrîd heta malên me jî hatiye. Ev tecrîd rast e rast têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd e. Heke birêz Ocalan azad bibe dê hemû gelên Rojhilata Navîn azad bibin. Gelê kurd jî azadiya xwe di azadiya Reberê xwe de dibîne. Em ê di 13’ê cotmehê li Amedê mitîngeke mezin li dar bixin. Em ê di vê mitîngê de jî ji Botanê bi hejmareke zêde tev li mitîngê bibin. Ji bo vê hem li her navçe û taxê xebatên xwe didomînin. Em mal bi mal digerin û xebatên rêxistinkirinê dimeşînin. Serdana dikandaran dikin û belavokan belav dikin. Şikandina komploya navnetewî dê bi gelan re çêbibe.”