Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît! 2024-10-08 09:04:35   STENBOL - Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî nehat berdan û jiyana xwe ji dest da. Hevalê wî yê qawîşê Ergîn Aktaş demek pir kin beriya mirina Kuday nameyek nivîsandiye û gotiye: “Rewşa hevrê Abdulkadîr pir giran e. Êdî em gihîştine merhaleya dawî.”    Abdulkadîr Kuday ê ku tevî 3 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hat dayîn jî bi hinceta "Li ser ewlehiya gele xeterê dê bike" nehat berdan û 2’yê cotmehê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da. Nameya ji bo Kuday hatiye nivîsandin û têde hatiye gotin, “Rewşa wî di merhaleya dawî de ye” derket holê. Ergîn Aktaş di nameyê de gotiye derket holê ku dozgerî roj bi roj Kuday dişîne mirinê.   'EM DI MERHALEYA DAWÎ DE NE’    Aktaş di nameya ku beriya mirina Kuday ji hevalê xwe re şandibû de diyar kir ku rewşa Kuday roj bi roj xerabtir dibe û li hemberî vê rewşê ew "bêçare" maye. Aktaş anî ziman ku di dema nivîsandina nameyê de bênavber êşa nuropatîk kişandiye û ji ber vê yekê neçar maye bêhna xwe bide û wiha got: "Rewşa hevrê Abdulkadîr gelekî giran e. Em niha di merhaleya dawî de ne. Hevalek hêdî hêdî li ber çavên te dihele û tu nikarî tiştekî bikî. Tenê çerm û hestî maye. Tu çiya bûyayî jî tu yê biheliyayî. Her ku diçe rewşa wî xerabtir û girantir dibe."    'ÇAVÊ MIN LI AGAHIYEK BI HÊVÎ YE’    Aktaş di nameya xwe de diyar kir ku ew her cara ku Kuday dibirin nexweşxaneyê li hêviya agahiyên "hêvîdar" bû û wiha got: "Rewşa heval Abdulkadîr ji bo min pir giran e. Ez jî di bin vê giraniyê de me. Çavê min li nûçeyên bi hêvî ye. Lê belê ez zanim ku ev nûçe dê neyê.”   'EZ NEXWEŞ IM WERIN SER MIN’    Aktaş li dijî tiştek ku ji bo Kuday nehatiye kirin hêrsa xwe aniye ziman û di nameye de dibêje: “Ez dizanim her kes ketiye pey berjwendiyên xwe. Belê carna hin kes tên qawîşa me û diçin. Lê belê kesên ji bo ku tiştekî bikin nayên. Aktaş di nameya xwe de gilî û gazinên xwe bi strana “Ez nexweş im” a hunermend Mihemed Arifê Cizrawî tîne ziman û dibêj; “Ez nexweş im werin ser min. Lê dîsa jî kes li hawara wî naçe.” Aktaş di dawiyê de wiha got: “Ya rast ev tiştên ku diqewimin bandorek pirr giran li ser min dike.”    MA / Omer Îbrahîmoglû