Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin 2024-10-08 09:06:26 WAN - Bavê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 12 roj in winda ye Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku têkildarî keça wî tu agahiyên nû nînin û xwest ku li gundên derdorê, navçeyan lêgerîn bên destpêkirin û qeydên kamerayan bên kontrolkirin.  Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21) ku Beşa Pêşxistina Zarokan dixwend, ji 27’ê îlonê ve winda ye. Kabaiş a ku li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê dima, di 27’ê îlonê de piştî li wargehê şîvê dixwe derdikeve û careke din venagere. Ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve li ser qeraxa kampusê ya Behra Wanê telefon, berhguhk, av û keka Kabaîşê hatin dîtin û xwendekaran tiştên Kabaîşê teslîmê wargeha ku lê dimîne, kirin. Li ser vê yekê ji bo Kabaîşê di 28’ê îlonê de xebatên lêgerînê hatin destpêkirin, lê heta niha ti agahiyên şênber nehatin bidestxistin.   ROJÎN BI KEYF HATE WANÊ   Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş ku di 25’ê îlonê de wî bi xwe Rojîn aniye Wanê, destnîşan kir ku Kabaîş bi keyf hatiye Wanê û got ku ji zanîngeha xwe û beşa xwe jî razî bû. Kabaîş, diyar kir ku di 26’ê îlonê de jî ew bi keça xwe re axiviyê û jê re gotiye Wan xweş e û ti pirsgirêk nîne. Kabaîş, da zanîn ku ti neyarên wan ên malbatê jî nînin ku zirarê bidin keça wan û wiha got: “Piştî min Rojîn li Wanê bi cih kir, ez vegeriyam Amedê û ji wir jî derbasî Êlihê ku li wir dixebitim, bûm. Şeva winda bû min pê re xeber neda, dayika wê pê re xeber dabû û jê re gotibû dê ji marketê çend tiştan bikire û vegere wargehê.”   ÎXTÎMALA KETINA AVÊ XUYA NAKE   Kabaîş, anî ziman ku Rojîn piştî li wargehê şîvê dixwe derdikeve û tê li ser qeraxa kampusê û diyar kir ku hemû xwendekar tên li vir. Kabaîş, destnîşan kir ku qerax kûr nîne û îxtîmala wê ya ketina avê xuya nake. Kabaîş, bi lêv kir ku hêviya wan ew e ku ji behrê ti agahiyên nexweş neyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bang li hemû gelê me dikim ku heke li cihekê bibînin agahiyê bidin me. Êşa me pir mezin e, em hêvî dikin ku dijî.”   ‘EZ DIXWAZIM ÎDÎAYA WESAYITA SPÎ BÊ LÊKOLÎNKIRIN’   Kabaîş bal kişand ser xebatên lêgerînê û anî ziman ku heta niha ti agahî ji Rojînê nehatine bidestxistin. Kabaîş, diyar kir ku ji bilî wan tiştên wê yên li ser qeraxê hatine dîtin, ti şopên şênber nehatine dîtin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di qeydên kamerayan de jî xuya dike ku çaxê tê qeraxê demekê li ser kûrsiyekê rûdine û dû re diçe ber behrê û ji dîtina kamerayê derdikeve. Nasname, qert, pere hwd. hemû li wargehê hiştine, telefona wê jî li ser qeraxê hat dîtin. Her wiha îdîayek jî heye. Li gor gotina jineke ji gundê Bardakçi ku li kêleka zanîngehê ye, di 27’ê îlonê derdora saet 19.00’an de wesayitek sipî bi lez û bez bi ber deriyê wan re derbas bûye. Saeta ku jin dibêje bi saeta windabûna Rojînê re hev digire. Ez dixwazim ev yek jî bê lêkolînkirin û min ev xwesteka xwe ji midûriyeta polîsan re jî anî ziman. Ji bilî van agahiyan tu agahiyên nû nînin.”   ‘DIVÊ XEBAT HINEKÎ DIN BÊN BERFIREHKIRIN’   Di berdewamiyê de Kabaîş da zanîn ku ji ber ku wargehê ew dereng agahdar kirine, wan gilî li miduriyeta wargehê kirine. Kabaîş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke xeber zû bidana me an jî midûriyeta polîsan, belkî heta niha şopeke şênber hatibûna dîtin. Şev winda bûye û neçûye wargehê, serê sibê jî ji me re negotine heta nîvro di derdora saet 12.00’an de xeber dane me. Lewma me jî ew gilî kirin. Ev çend roj in em li vir in, halê me perîşan e. Ji ber keça min şev xewa min nayê, ji aqilê min dernakeve. Xebat baş in lê divê hinekê din bê berfirehkirin. Tenê ne li vir, li cihên din jî divê lêbigerin. Em dixwazin wan gundên derdorê, navçeyan lêgerîn bên destpêkirin û qeydên kamerayan bên kontrolkirin. Daxwaza me ew e ku li tevahiyê Tirkiyeyê xebat bên destpêkirin. Ji ber ku 18 saet şûnde agahî dan me û di 18 saetan de mirov dikare gelek dûr biçe.”   MA / Bazîd Evren