Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ 2024-10-08 10:26:31 ENQERE - AYM’ê ji bo serlêdana têkildarî R.G. ê di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da.  Welatiyê bi navê R.G. di dema qedexeya derketina derve ya kolanan a Şirnexê ya di navbera 2015-2016’ê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina R.G. serlêdan hatibû kirin û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdanê biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da. Di 23’yê tîrmeha 2016’an de polîsan û hêzên taybet di avahiyeke bajêr de teqînek pêk anîn û 3 kesên nasnameya wan nediyar jiyana xwe ji dest dan. Di encama teşhîsa malbatan de eşkere bû ku yek ji wan R.G. ye. Piştî serlêdanê, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di 25’ê mijdara 2018’an de ji bo lêpirsînê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da û mirina her sê kesan wiha parast: “Hêzên ewlekariyê li gorî fermana hiqûqî ya ji meqamên rayedar wergirtî, di çarçoveya parastina xwe ya rewa de ew her sê kes kuştine.”     PÊVAJOYA SERLÊDANA AYM’Ê   Bav Suleyman Gungen, têkildarî biryarê li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Şirnexê îtîraz kir lê îtîraz di 17’ê nîsana 2019’an de hate redkirin. Li ser vê yekê Gungen di 25’ê hezîrana 2019’an de serlêdana şexsî ji bo AYM’ê kir. Gungen, di serlêdana xwe de got ku kurê wî ji hêla polîsên tevgera taybet ve hatiye kuştin, mudaxileya hatiye kirin ne bipîvan bû, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û di biryaran de tu hincet nehatine nîşandan. Gungen, got ku berpirsyartiya lêpirsîneke bibandor a derheqê mafê jiyanê de û mafê darizandina adilane hatine binpêkirin.    WEZARETÊ GOT ‘PARASTINA REWA YE’   Di biryara AYM’ê de ev nêrîna Wezareta Dadê jî cih girt: “R.G. di encama teqîna ew bi xwe bûye sedem de miriye û di bûyera mirinê de tu eleqeya hêzên ewlekariyê nîne. Hêzên ewlekariyê li gorî fermana hiqûqî ya ji meqamên rayedar tevgeriyane û di çarçoveya mafê parastina rewa de tevgeriyane.”    NAKOKIYA DI NAVBERA BIRYARÊN DOZGERÎ Û DADGEHÊ DE    AYM’ê, bûyer û pêvajoya darazê nirxand û got ku îdiayên tên kirin bêbingeh nînin û ne îdiayên wisa ne ku biryara “nayên qebûlkirin” were dayin û îdiayên serlêdêr got; “dikare bên qebûlkirin.” Di heman demê de AYM’ê qenaet pê anî ku di navbera biryarên Serdozgeriya Komarê û Dadgeriya Cezayên Sulhê de nakokî hene. AYM’ê, diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ji bo R.G. gotiye “Ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin” û Dadgeriya Cezayên Sulhê jî gotiye; “Di mirina wî de tu eleqeya hêzên ewlekariyê nîne” û ev her du encam hev nagirin.    RAPORA LÊKOLÎNA CIHÊ BÛYERÊ   Bi domdarî di biryarê de hat daxuyandin ku di pêvajoya lêpirsînê de serî li agahiyên polîs û leşkerên di dema teqînê de li cihê bûyerê nehatiye dayin û wiha hate gotin: “Di Forma Rapora Lêkolîna Cihê Bûyerê de nehatiye destnîşankirin bê ka cihê teqînê çawa hatiye tunekirin û di dema tunekirinê de teqemenî hatine bikaranîn an na.”    ‘KARÛBARÊN KOMKIRINA DELÎLAN NEHATE KIRIN’    AYM’ê, got ku di lêpirsînê de nehatiye diyarkirin bê ka amûrên bûne sedema teqînê ji hêla polîs û leşkeran ve hatine bikaranîn an ji hêla sê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dayin. AYM’ê wiha domand: “Heke ev teqemenî ji hêla leşker û polîsan ve hatibin bikaranîn, gelo wan avahî kontrol kirine yan na. Ev yek nehatiye destnîşankirin.” AYM’ê got ku karûbarên berhevkirina delîlan a di çarçoveya berpirsyartiya lêpirsîneke bibandor de nehatine kirin.    BIRYARA ‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ’   AYM’ê ji ber van sedemên li jor hatine destnîşankirin, bi piraniya dengan biryar da ku mafê jiyanê yê R.G. hatiye binpêkirin. Îdiaya ku aliyê usûlê yê mafê jiyanê hatiye binpêkirin jî, li dijî dengê dijber ê endamê AYM’ê Muhterem Înce bi piraniya dengan hate erêkirin.    Bi tespîtkirina binpêkirinê û lêprsîna jinûve re AYM’ê biryar da ku 200 hezar TL tazmînata manewî ji serlêdêr re bê dayin. AYM'ê biryar da ku ji bo lêpirsîn ji nû ve were destpêkirin, mînaka biryarê ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re were şandin.    MA / Firat Can Arslan