Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin 2024-10-08 13:10:54   ŞIRNEX - Danişîna ewil a doza Suleyman Salgucak ku bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsên ji bo dengdayînê hatibûn veguhestin dabû, hat lidarxistin.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê de li Şirnexê bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr hatibûn veguhestin. Welatiyê bi navê Suleyman Salgucak ê 61 salî, Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û Tufan Ertaş li pêşiya Dibistana Seretayî û Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl bertek nîşanî leşker û polîsên veguhestî dabûn. Berteka Salgucak a “Biaxive, tu ji ku yî?” bûbû rojev. Derheqê Salgucak, Gungen û Ertaş de doz hatibû vekirin û yekemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hate lidarxistin. Doz, bi îdiaya “Bi rêya gef/zor/tundiyê nehiştin hilbijêr bikeve qada sindoqan an jî dengê xwe bidin” hate vekirin. Salgucak, Gungen, Ertaş û parêzerên wan di dozê de amade bûn.    Her wiha parlamenterên DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, rêveberên bajar û navçeyan ên DBP û DEM Partiyî, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî jî tev li danişînê bûn.    PARASTIN HATIN KIRIN   Salgucak di danişînê de parastina xwe kir û got ku ew îfadeyên xwe yên di pêvajoya lêpirsînê de dubare dike û sûcdarî red kir. Ertaş, jî bi heman awayî sûcdariyên hatine kirin red kir.    Piştre jî Gungen parastina xwe kir û sûcdarî red kir. Gungen, anî ziman ku ji bo xwedîderketina li îradeya gel li herêmê bû. Gungen, wiha domand: “Partiya me jî tev li hilbijartinê bû. Wê rojê bi sedan kes qefîle bi qefîle ji bajarên din anîn wê derê û dengên xwe dan. Li vir xespkirina îradeyê heye. Hinek kesan bi lîstikên fermî îradeya gel asteng kirin. Me jî xwest îradeya gel biparêzin.”    ‘REWŞA DARAZ KETIYÊ CIHÊ RÛREŞIYÊ YE’   Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz got ku sûcdariya ji ber bertekê li muwekîlê wî Salgucak tê kirin cihê şermê ye û ev tişt anî ziman: “Gelo di çi tiştê gotina ‘biaxive, tu ji ku yî?’ de gef, zorî û tundî heye? Weke serokê baroya vî bajarî ez ji ber rewşa pergala darazê ya vî bajarî ketiye şerm dikim. Ma îdianameyeke wiha dibe? Îdianameyeke wiha çê tê qebûlkirin? Rewşa mekanîzmaya darazê niha tê de ye pir tirsnak e.”   'ÎRADEYA BAJAR HATE XESPKIRIN’   Dîlsîz, diyar kir ku 7 hezar û 817 kes di roja hilbijartinê de li Şirnexê hatine veguhestin û wiha pê de çû: “Dest danîn ser îradeya vî bajarî û xesp kirin. Ma demokrasî wiha ye? Divê dewlet mîna hev nêzî her kesî bibe. Hinek kes ji bo guherandina îradeya hilbijartinê her tiştekî dikin. Ew nayên darizandin lê mamê Suleyman ê berteka xwe ya mafdar û demokratîk nîşan dayî tê darizandin.”    Parêzerê Salgucak, Samet Ataman jî destnîşan kir ku muwekîlê wî weke hemwelatiyekî bertekeke mafdar nîşan daye. Ataman, da zanîn ku muwekîlê wî nêzî 50 sal in li taxa dibistanê lê ye dijî û mîna gelek hemwelatiyan wî jî berteka xwe ya demokratîk nîşan daye.    Dadgehê, danişîna dozê taloqî 12’ê mijdarê kir.