Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan 2024-10-08 14:13:27   MÊRDÎN - Welatiyan li navçeya Artûklûyê belavbûna toza ji Kargeha Kilsê ya Nûhoglû, belav dibe protesto kirin.    Şêniyên Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê, belavbûna tozê ya ji ber Kargeha Kilsê fîltre nexistine dûkêşê hewayî qirêj dike protesto kirin. Şêniyên taxê ji ber toza ji kargeha kilsê belav dibe, belav dibe nikarin paceyên xaniyên xwe vekin, li qada taxê hatin bahev û heta kargehê meş li dar xistin. Şêniyên taxê yên di deriyê kargehê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin, daxwaz kirin ku pirsgirêk were çareserkirin.    Li ser vê yekê rayedarên kargehê hatin ber deriyê kargehê û bi welatiyan re hevdîtin kirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku 20 sal in daxwaz dikin ku filtreyan bêxin dûkêşa kargehê lê rêveberiya kargehê tu çareserî peyda nekirine û anîn ziman ku li malên xwe nikarin bi awayekî rehet rûnin. Rayedaran diyarkirin ku dê têkildarî rewşê hevdîtinan bikin û ji cem welatiyan veqetiyan.    Şêniyên taxê dan zanîn ku gelek mirov ji ber xebatên kargehan pirsgirêkên tenduristiyê lê peyda dibin û got: “Me ji walîtî, wezaret û şaredariyê re nivîsand. Bersiveke erênî ji daxwaznameyên me re nehate dayîn. Kes nikare destê xwe li vê kargehê bide. Em bi salane tozê dikişînin. Piştî ku em cilên xwe dişon nikarin bi derve raxînin. Em nikarin zarokên xwe bibin derve. Ev ne xema kesî ye.”   BI ŞAREDARIYÊ RE HEVDÎTIN KIRIN   Şêniyên taxê ji vir derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûn, bi Hevşaredar Ahmet Turk û rayedaran re hevdîtin kirin û xwestin pirsgirêk were çareserkirin. Turk ê li ser vê yekê bi rayedarên kargehê re axivî, xwest ku pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Turk, ji şêniyên taxê re got ku tişta ji destê wan bê dê bikin û bi lêv kir ku dê kontrolên pêwîst li kargehê bikin.