Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin 2024-10-08 14:57:21   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên Devlet Bahçelî yên derheqê partiya wan de axivî û wiha got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke navxweyî heye. Em ê gavên tên avêtin bişopînin.”    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari bersiv da gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên derheqê partiya wan de. Hatîmogûllari, piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand. Hatîmogûllari bal kişand ser gotina Bahçelî ya “Bibin partiyeke Tirkiyeyê” û ev tişt anî ziman: “DEM Partî jixwe partiyeke Tirkiyeyê ye. Nûnertiya hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê ye. Partiya me ji bo aştî û aramiya tevahiya welêt têdikoşe. Em li gel aştî û azadiyan e, mafên jin û xwezayê, karker û kedkaran diparêzin.”   ‘PAQIJIYA RÊYÊ FERZ E’   Têkildarî nîqaşên ser “Destûra bingehîn” jî Hatîmogûllari wiha got: “Paqijiya rêyê şert e. Îxtîmaleke mezin e ku agirê li herêmê dê bandorê li welatê me jî bike. Divê hemû partiyên siyasî, avadanî û hêzên demokrasiyê bi aqilane nêz bibin. Hewcehî bi aştiyeke navxweyî heye.”    ‘EM Ê GAVÊN TÊN AVÊTIN BIŞOPÎNIN’   Hatîmogûllari, ji bo gotinên Bahçelî yên “Em dikevin serdemeke nû” jî ev nirxandin kir: “Em nizanin ka mebesta wan çi ye û di ajandaya wan de çi heye. Heta ku bi me re û bi raya giştî re parve nekin, ew gotin tenê dikarin bên şîrovekirin. Heke pêvajoyeke nû were destpêkirin, ji bo vê hewcehî bi paqijiya rê heye. Bi rastî jî li Tirkiyeyê hinek pirsgirêkên kronîk hene û ev yek nahêlin Tirkiye demokratîk bibe. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Daraz alîgiriya qesrê dike û gotinên ‘bila AYM bê girtin’ tên kirin û em van qebûl nakin. Divê di mijara darazê de gav bên avêtin û ev girîng e. Em jî dê van gavan bişopînin. Êdî jê re dibêjin asayîbûn, aştiya navxweyî, çi jê re dibêjin bila bibêjin. Lê ya girîng ew e ku gavên şênber bên avêtin û ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê polîtîkayeke bitendurist bê meşandin.”