Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne 2024-10-08 15:10:29   STENBOL - Gora Cem Garîpoglû yê di sala 2009’an de Munevver Karabûlût qetil kir, bi biryara dozgeriyê hatibû vekirin. Hate diyarkirin ku hestiyên di gorê de aydê Garîpoglû ne.    Gora Cem Garîpoglû yê di sala 2009’an de Munevver Karabûlût qetil kir û hate îdiakirin ku li girtîgeha lê dihate ragirtin întîhar kiriye, li ser daxwaza malbata Karabûlût hatibû vekirin. Dozgeriya ku daxwaz bi erênî pêşwazî kiribû û gora Garîpoglû ya li Goristana Karacaahmet a li navçeya Uskudarê di 3’yê cotmehê de hatibû vekirin. Lêkolîna mînakên ji hestiyan hatibûn wergirtin temam bûn. Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê aşkere kir ku hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne.