‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’ 2024-10-08 21:25:40   MÊRDÎN - Li Mêrdînê di çalakiya "dawî li tecrîdê bînin" de wiha hat gotin: “Yê ku aştiya bi rumet bîne Birêz Abdullah Ocalan e.”   Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û tecrîd bê şikandin, her wiha çareseriya pirsgirêka Kurd, çalakî û bername didomin. Li Mêrdînê Dayikên Aştiyê di çarçoveya ‘dawî li tecrîdê bînin’ de daxuyanî dan. Daxuyanî li ber DEM Partî ya Mêrdînê hat dayîn û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş û yên jiyana xwe ji dest dane hatin hildan.   Hevserokê DEM Partî yê Mêrdînê Mehdî Tunç axivî û got: “Tevî evqas îşkence dengê mirovan li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîdek giran tê meşandin. 26 sale Birêz Ocalan di bin tecrîdê ye. Yê ku îro aştiyê pêk bîne Birêz Ocalane. Tecrîd şere, talane, komkujiye û rakirina mirovahiyê ye.”   Daxuyanî bi dirûşmeya "jin jiyan azadî", "bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.