Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne 2024-10-09 09:55:53   ENQERE - Antropolog-civaknas Felîx Padel diyar kir ku sedema komploya navneteweyî fikirên Abdullah Ocalan û pergala ku wî afirandiye ye û got: "Ocalan ew sembol e ku ji bo pevçûnên xitimandî rê dibîne."    Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal li dû xwe hiştin. Ji Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê ye û di bin tecrîda girankirî de ye, 43 meh in tu agahî nayê girtin. Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hat destpêkirin, dewam dike.   Civaknas û antropolog Felîx Padel ê di nava heyeta "Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî" de cih girt ku di sala 2020'î de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hat Tirkiyeyê, diyar kir ku fikirên Ocalan îlham daye wî. Padel da zanîn ku ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan gelek hewl dane û got ku fikir û pirtûkên Ocalan ne tenê li ser wî, bandor li gelek zanyarên civakî jî kiriye û wiha got: "Gelek zanistên civakî ji wî gelekî bandor bûne. Ji bo kesên xwedî feraseta siyasî şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk bûye îlhameke mezin."    Antropolog-civaknas Felîx Padel   Padel anî ziman ku wî berhemên Ocalan ku tê de têgeha "şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk" pêş xistiye xwendiye û got: "Berhemên Ocalan li Ekvadorê û gelek welatên cîhanê tên xwendin û dîtin."   'XEBATÊN JÎNEOLOJIYÊ GIRÎGN IN'   Padel bal kişand ser xebatên Ocalan ên di warê jîneolojiyê de û got: "Li gorî min yek ji têgihiştinên ku Ocalan bi awayekî zelal derxistiye pêş ev e. Rast e koma herî mezin a bindest a cîhanê jin e. Ocalan bi cureyên cuda re rû bi rû dimîne; lê di heman demê de ji bo hevrûbina bi baviksalariyê re jî nexşerêyeke zelal danî meydanê. Yek ji ramanên 'Jin jiyan azadî' ev e: Ocalan li objekirina jinê dinêre, ez jî bi rêya antropolojiyê li objekirina gelên xwecihî dinêrim. Yanî rûxandina hiyerarşiya objekirinê... Gelek tiştên bi vî rengî hene. Ez wiha difikirim ku xebatên Ocalan pir girîng in."    'SEDEMA KOMPLOYÊ PERGALA OCALAN E'   Padel destnîşan kir ku sedema komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan pergala wî û fikrên wî ne û got: "Li gorî min rêxistinên îstixbaratê her tim bi komployan dixebitin. Di navbera saziyên îstixbaratê yên Yewnanîstan, Kenya, Îsraîl û Tirkiyeyê de û hema bêje di navbera rêxistinên îstixbaratê yê Îngilitere û Amerîkayê de koordînasyonek heye. Ji ber ku tevahiya pergala Ocalan li ser lêpirsîna kapîtalîzmê, netew-dewlet û hegemonyaya vê avahiya çêkirî ya ku di sedsala 19'an de gelemperî bû ye. Pirsên Ocalan ji bo bijardeyên kapîtalîst pir radîkal in û lewma komployê kooordîne kirin."    'REWŞEKE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Padel anî ziman ku çend sal berê hatiye Tirkiyeyê û der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de agahî girtiye û tecrîda li ser Ocalan wekî "rewşeke dijmirovahî" nirxand û got: "Tecrîda ku li ser Ocalan tê meşandin li dijî hemû hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye. Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo şaristaniya demokratîk muzakere kirin. Ocalan ew sembol e ku ji bo pevçûnan çareyê dibîne."    BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ   Padel bêdengiya li hemberî tecrîda li ser Ocalan wekî tiştekî "şokdar" bi nav kir û got: "Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qanûnên herêmî bi rastî jî tiştekî pir ecêb e. Bi taybetî jî bêdengiya çapemeniyê. Binêrin, ez zehmetiya ku gelê kurd pê re rû bi rû dimîne dibînim. Ji ber ku kurd di navenda Rojhilata Navîn de ne. Yanî dikarim bibêjim ku di navenda dîroka cîhanê de ne. Lewma berdana Ocalan meseleyeke gelekî girîng e."    Padel ku got "NATO li ser Ukraynayê gelekî bi hêz e, lê ji bo dagirkirina Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê tiştekî nabêje" anî ziman ku hêzên cîhanê bi rê ve dibin mafyayî ne û got ku Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser girtiyên din jî belav bûye.   'OCALAN JI BO ME GELEKAN SEMBOLEK E'   Padel, rewşa Ocalan û girtina damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ku di sala 2006'an de bi weşandina belgeyên nepenî dixwest zelaliyekê bide da ber hev û got: "Me hemûyan digot ku em ê careke din dengê Julian Assange bi awayekî azad nebihîzin, lê ew gihaşt azadiya xwe. Çend roj berê li Konseya Ewropayê axivî. Û ew qas xweş axivî ku ev nîşan dide ku piştî tecrîda bi salan hêvî pêkan e û zextên navneteweî dikarin tiştinan bikin. Ji lew re wekî ku min di serî de jî got; ne tenê ew an jî Ocalan, bi hezaran mirovên qenc di girtîgehan de ne. Demek berê hin hevalên min li Hindistanê di girtîgehê de bûn û divê ev biguhere. Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo me bi hezaran kesî sembolek e."    'BÊYÎ KURDAN AŞTÎ NE PÊKAN E'   Padel "Meşa Dirêj" a li Almanyayê, nobeda li Strasboûrgê û çalakiyên li çar aliyên cîhanê tên lidarxistin bibîr xistin û got ku ji bo Abdullah Ocalan di rojevê de bimîne û divê ev yek bê belavkirin.    Padel wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêyî daxilkirina saziyên demokratîk ên kurdan a nava pêvajoyê, li Rojhilata Navîn aştî ne pêkan e."    MA / Hîvda Çelebî