CHP çû serdana DEM Partiyê 2024-10-09 12:43:01   ENQERE - Şandeyeke ji CHP’ê têkildarî cezayê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye birîn, çû serdana DEM Partiyê.    Şandeyeke ji CHP’ê ku Cîgira Serokê Giştî ya CHP’ê ya ji Hilbijartin û Karûbarên Hiqûqê Berpirsyar Meryem Gul Çîftçî û Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin jî di nav de, bi boneya doza Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatiye vekirin û ceza lê hatiye birîn, hat serdana DEM Partiyê.    Şandeya CHP’ê ji hêla Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan û Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî ve hate pêşwazîkirin.    Di hevdîtinê de têkildarî cezayê li Îmamoglû hatiye birîn û doza hêj didome hate axaftin.