Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt 2024-10-09 15:19:06   ENQERE - Wezareta Parastinê pirsên der barê mayina ku şivanê bi navê Bedrettîn Duzen pê jiyana xwe ji dest da û çawaniya mirina wî de bêbersiv hişt.    Li navçeya Gevera Colemêrgê 24’ê tîrmehê di encama teqîna mayinê de şivanê bi navê Bedrettîn Duzen jiyana xwe ji dest dabû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di 1’ê tebaxê de mirina şivan biribû rojeva Meclisê.    KÎ MAYINÊ BICIH KIRIYE?    Gergerlîoglû bi daxwaza ku Wezareta Parastinê bersivê bide pêşniyazname dabû Meclisê. Di pêşniyaznameyê de pirsên der barê mayînê de hatin kirin. Gergerlîoglû pirsên wek “Kî mayina ku bû sedema mirina Duzen bicih kiriye, li Colemêrgê çend heb mayinên hatine bicihkirin hene, di 6 salên dawî de li herêmê çend mayin hatine bicihkirin û ji ber van mayinan heta îro çend kesan jiyana xwe ji dest daye?” ji Wezareta Parastinê kir.    WEZARETÊ PIRSA MAYINÊ BÊBRESIV HIŞT    Wezaretê bersiva pêşniyaznameyê da û pirsên Gergerlîoglû yên têkildarî mayinê de bêbersiv hişt. Wezaretê bal kişand ser “Peymana Ottowayê” û îdia kir ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê mayinên hatine bichkirin ji sala 2004’an ve tên îmhakirin. Wezaretê got ku heta îro 45 milyon metrekare ji mayinan hatiye paqijkirin.