Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz' 2024-10-10 09:36:04   ÊLIH - Li Êlihê polîsan belavkarên Yenî Yaşamê tacîz kirin û gef li kesên rojnameyê dixwînin xwar.    Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akuren ji aliyê polîsan ve bi awayekî fizîkî hate şopandin. Polîsên ku Akuren şopandin pişt re gef li aboneyên rojnameyê xwarin. Akuren, bi lêv kir ku polîsan roja 8’ê cotmehê ew şopandine û wiha got: “Polîsên ku li Midûriyeta Polîsan a Êlihê peywîrdar in li me geriyan, gotin ku derbarê rojnameyê de biryara komkirinê heye, xwestin rojnameyên me belavkirine bi paş ve kom bikin û ligel wan rojnameyan biçin midûriyeta polîsan û îfadeyê bidin. Her wiha çûne cem dikandaran û wêneyên rojnameyê kişandine. Gef li wan xwarine ku nekirin. Temamê van pêkanînên derhiqûqî ne. Mudaxileyên keyfî ne. Ji bo rojnameya di 7’ê cotmehê de derketiye gotin qedexe ye. Lê hem di 8’ê hem jî 9’ê cotmehê de bi awayekî fizîkî em şopandin.”   ‘EM Ê ROJNAMEYA GEL BIGIHÎNIN GEL’    Akuren, anî ziman ku bi tu awayî biryara komkirinê nîşanî wan nedane û ev tişt got: “Dikevin pêş azadiya agahî wergirtinê ya gel. Çûyîna cem dikandaran û gef lê xwarin rewşeke derqanûnî ye. Em vê rewşê qebûl nakin. Ev rojname rojnameya gel e. Rojnameya kevneşopiya çapemeniya azad e. Kevneşopiya çapemeniya azad di tu şert û mercan de bi paş ve gav neavêt. Di pêvajoya ku salên 90’î de rojnamevan dihatin qetilkirin de ev rojname gihişt gel. Niha jî em bi tu awayî tu hewldanên astengkirinê nas nakin. Ji bo ku em rojnameya gel bigihînin gel me ji têkoşîna xwe bi paş ve gav neavêt, em ê neavêjin. Em ê mîrateya Apê Mûsa bidomînin.”