Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan 2024-10-10 09:48:20   STENBOL - Bi îdiaya ku rêbazên rêxistina navê wê nediyar e rewa dike, ji bo xêzeromana “Daîma” yê biryara komkirinê hate dayin. Nivîskar Sena Şat, wiha bertek nîşan da: “Sepaneke wiha li tu deverekê cîhanê nîne.”    Têkildarî xêzeromana “Daîma (Hertim)” ku ji hêla Weşanên Yenî Donemê ve hatiye çapkirin, biryara komkirinê hate dayin. Derheqê pirtûkê de îdiaya “Rêbazên zor, tundî yan jî û gefxwarinê yên rêxistinê rewa nîşan dide” hate kirin. Weşangeriya Yenî Donemê beşdarî 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bû ku ji hêla Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ya di 25’ê tîrmehê de hatiye lidarxistin bû û stand danî. Polîsan jî xwestin dest danin ser xêzeromana nivîskar Sena Şat a “Daîma”yê. Yên li standê dinihêrtin gotin ku têkildarî pirtûkê biryara komkirinê tune ye û nehiştin xêzeroman bê desteserkirin. Li ser vê yekê polîsan wêneyê pirtûkê kişandin û Hejmara Pirtûkê ya Standart a Navneteweyî (ISBN) wergirtin.    RÊXISTIN HEYE LÊ NAVÊ WÊ TUNE YE!   Li ser serlêdana polîsan, Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ji bo komkirina pirtûkê mutalaa pêşkeşî dadgeriyê kir. Dozger, xwest ku xêzeroman ji ber sedema “Qanûna têkoşîna li dijî terorê ya hejmar 3713’ê” were komkirin û ev îdiaye kir: “Pirtûka behsa xeberê rêbazên zor, tundî yan jî gefxwarinê yên rêxistinê rewa dike.” Lê di îdiayê de navê rêxistinê nehat diyarkirin.    Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Dêrsimê jî di 21’ê tebaxê de bi heman hincetê biryara komkirina pirtûkê da. Biryar, di 5’ê îlonê de ji hêla buroya çapemeniyê ya dozgeriyê ve bi awayekî devkî ji Weşangeriya Yenî Donemê re hate ragihandin. Hat xwestin ku biryar bi awayekî nivîskî were teblîxkirin. Li ser vê yekê buroya çapemeniyê ya dozgeriyê li ser sepana Whatsappê biryar ragihand.    LI DIJÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ HATE KIRIN   Weşangeriya Yenî Donemê li dijî biryarê îtîraz kir. Di daxwaznameya îtîrazê de hate gotin ku biryar li dijî hiqûqê ye, biryar li gorî usûlê ji weşanxaneyê re nehatiye şandin. Her wiha hate gotin ku pirtûk ji sala 2019’an heta niha tê firotin.    ŞAT: NE HINCETEK HEYE NE JÎ HIŞYARIYEK   Nivîskara xêzeromanê Sena Şat biryara dadgeriyê nirxand. Şat, da zanîn ku ne teblîxkirin ne jî di meseleya komkirinê de li gorî prosedûrê nehatiye tevgerîn. Şat, wiha domand: “Lewma di esasê xwe de biryareke ji weşanxaneyê re hatiye şandin tune ye. Tenê em dizanin ku rewşekî wiha heye. Di biryarê de hincet heye ne jî têkildarî naverokê hişyariyek. Ya din jî tenê xêzeromanek e. Sepaneke wiha li tu devereke din a cîhanê tune ye.”   MIJARA PIRTÛKÊ   Şat, da zanîn ku pirtûka wê mijara “Operasyona Vegerandina li Jiyanê” vedibêje ku di 19’ê kanûna 2000’ê de hatibû kirin û li girtîgehan komkujî hatibû kirin. Şat, xwest ku hemû nivîskar û hunermend li dijî van sepanên qedexeyê derkevin û piştevaniyê bidin wê.    MA / Omer Îbrahîmoglû