Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket 2024-10-10 11:50:20   STENBOL - Berxwedana karkerên înşaetê ya li pêşiya Emlak Konut GYO’yê hatibû destpêkirin, bi ser ket.    Endamên Înşaat-Îş’ê yên di şantiyeya Emlak Konut Mayf Înşaatê ya li Fîktîrtepe ya navçeya Kadikoy a Stenbolê de dixebitîn, 3 roj berê li dijî xespkirina mafên xwe li pêşiya Emlak Konut GYO’yê dest bi çalakiyê kirin. Kardêr, li hemberî berxwedana karkeran neçar ma ku daxwaza hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de hemû daxwazên karkeran hatin qebûlkirin. Karkeran, bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştevaniyê.