Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin 2024-10-10 16:48:36   ÊLIH - Gefên li xwîner û belavkarên Yenî Yaşamê hatine xwarin, hate protestokirin. Belavkar Eyup Alphan got ku çi dibe bila bibe ew ê xwedî li mîrasa rojnamegerên hatine qetilkirin derkevin.    Li Êlihê belavkarên rojnameya Yenî Yaşamê bi awayekî fîzîkî hatin şopandin û gef li aboneyên rojnameyê hatin xwarin. Partiyên siyasî û saziyên li bajar, têkildarî mijarê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî dan. Endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rojnameger tev li bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Zext nikarin me têk bibin” hate hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Songul Korkmaz di daxuyaniyê de li dijî êrişan banga piştevaniya bi çapemeniya azad re kir û got ku dîroka çapemeniya azad bi berxwedanê tije ye.   Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Eyup Alphan jî diyar kir ku ew ê li dijî êrişan serî netewînin. Alphan, wiha domand: “Xebatkarên çapemeniya azad her tim rastî zext û zilmê hatin lê tu caran paşvegav neavêtin. Ev bajar û rojname, mîrasa hevalên me yên di salên 90’î de tevî xetereya qetilkirinê jî dev ji belavkirina rojnameyê bernedayî ne. Em bi vê ferasetê hewl didin rojnameyan bigihînin ber destê xwîneran. Lê belê kesên tehemûl nakin ku çapemeniya azad bigihije gel, bi rêya binçavkirin, girtin, biryarên komkirinê û hwd. dixwazin me û xwîneran bêzar bikin.”    Alphan, axaftina xwe wiha domand: “Çapemeniya azad polîtîkayên qirêjî yên îktîdarê teşhîr dike lewma di hedefê de ye. Çapemeniya azad xwedî dîrokeke 126 sala ye û rûyê herî geş ê çapemeniya Tirkiyeyê ye. Medyaya navendî pişta xwe daye burokrasiya leşkerî û sivîl û holdîngan. Ji hêla aborî ve jî pişta xwe daye îktîdarê. Bi vî awayî hebûna xwe didomîne. Lê rojnameyên çapemeniya azad her tim di bin zextê de bûn û tevî jî bûn Stêrka Qûrixê. Banga me ya ji bo xwînerên me ev e; em dikarin bi hev re têbikoşin û li dijî êrişan bisekinin. Em ê paşvegavê neavêjin.”   Piştî daxuyaniyê, beşdaran li ser Cadeya Diyarbakirê rojname belav kirin.