Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin 2024-10-10 18:28:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Parlamentoyê ya Izquierdas por la Independencia ku yek ji alîgirên koalîsyona serbixwebûnê ya Parlamentoya Îspanyayê ye, ji bo nirxandina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêş kir.   Senatorên koalîsyona ku ji aliyê Esquerra Republicana de Cataluna (ERC) û Euskal Herria Bildu ve hatî avakirin Gorka Elejabarrieta Dîaz ve Laura Castel i Fort li ser rewşa Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêş kir.   Di pêşnûmayê de li gor Rêziknameya Navxwe ya Senatoyê, bangawaziya rêzgirtina mafên mirovî yên Abdullah Ocalan hat kirin û daxwaz kirin ku ev pêşnûma di Komîsyona Karên Derve de bê bi kar anîn.   Di pêşnûmayê de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan şexsiyetekî navendî ye û yek ji wan rêberan e ku bi fikrên xwe yên çareseriyê tê naskirin.   Ligel pêvajoyên dîlgirtin û darizandinê, di pêşnûmayê de cih dane tecrîd û biryarên AIHM'ê û hat gotin, "Ji 2019'an vir ve, Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke mayînde de ye; tu têkiliya wî bi cîhana derve re nemaye û derfeta wî ya hevdîtina bi parêzer û malbata wî re nîne. Ev polîtîkaya tecrîdê binpêkirina mafên bingehîn û mirovî ye."   Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku "Rola Abdullah Ocalan ya di pêşketina pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê de gelek giring e. Abdullah Ocalan ligel "Xerîteya Rê" ku ji bo çareseriya pevçûnê bergeheke qedemeyî pêşkêş dike, gelek hewl û planên aşitiyê pêş xistine ku ji aliyê gelê Kurd ve hatine erêkirin. Lê belê hikûmeta Tirkiyeyê guh neda van pêşniyazan û berdewamkirina tundî û êşê bijart.  Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ne tenê meseleyeke adelatê ye, zarûriyeteke exlaqî ye. Serbestberdana Ocalan dê pêla tundiyê ya ku mohra xwe li dîroka Tirkiye û Kurdistanê daye bişkêne."   Di pêşnûmayê de li Komîsyona Karên Derve ev bangawazî hatin kirin:   1. Bangawazî ji bo Hikûmeta Tirkiyeyê ku rêzê li biryarên AIHM'yê bigire û şertên dîlgirtinê di çarçoveya mafên mirovan de bisepîne.   2. Bangawazî ji bo Hikûmeta Îspanyayê ku Tirkiyeyê ji ber binpêkirina mafên mirovan li dijî Ocalan û hemû girtiyên siyasî şermezar bike.   3. Bangawazî ji bo Hikûmeta Îspanyayê ku bi derfetên xwe yên dîplomatîk li ser Hikûmeta Tirkiyeyê zextê çêbike ku rêzê li biryarên AİHM'ê bigire, hevdîtina Ocalan bi malbat û parêzerên wî re mîsoger bike û wî serbes berde.   4. Bangawazî ji bo Hikûmeta Îspanyayê ku di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re meseleya mafên mirovan bibe mijara sereke.   5. Bangawazî ji civakên navneteweyî re ku rewşa Abdullah Ocalan ji nêz ve bişopînin, azadiya wî mîsoger bikin û ji bo rêzgirtina mafên mirovan zextê li ser Hikûmeta Tirkiyeyê bikin.