Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin 2024-10-10 19:15:20   WAN – Desmala xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 14 roj in winda ye, ji aliyê Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve li ser qeraxa Gundê Bardakçi yê kêleka zanîngehê hat dîtin.    Ji bo Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê ku ev 14 roj in winda ye, di 28’ê îlonê de xebatên lêgerînê hatibû destpêkirin. Di encama xebatên ku ev 13 roj in didome de, îro li derdora saet 15.00’an de ji aliyê Timên Agirkujiyê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve desmalek hat dîtin. Desmal, li ser qeraxa Gundê Bardakçi ku 40-50 metre dûrî cihê telefon, berguhk, av û keka Kabaîşê lê hatibû dîtin, hat peydakirin. Piştî agahiyê polîsan desmala hatiye dîtin hilgirt ji bo lêkolînê û di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku desmal ya Kabaîşê ye.    Ji aliyê din ve malbata Kabaîş jî da zanîn ku desmala hatiye dîtin ya Rojîn Kabaîşê ye. Piştî vê geşedanê xebatên lêgerînê yên di Behra Wanê de hatin zêdekirin.