ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-11 09:00:02   * Rojnameger Azîz Koylûoglû, diyar kir ku hilbijartinên li Herêma Kurdistanê bên kirin dê siyaseta pêşerojê ya herêmê diyar bike û got: "Li herêmê du xet hene, yek YNK'ê ya ku bi welatparêziyê derdikeve pêş, ya din jî PDK'e ya ku bi xiyanetê derdikeve pêş. Gel dê welatparêziyê hilbijerê an îxanetê hilbijêre dê diyar bibe.”   * Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran der barê windabûna Rojîn Kabaiş de axivî û got: “Têkildarî windabûna Kabaîş ji destpêkê ve xemsarî û guman hene. Rêvebirê wargehê xwe berpirsiyar nabîne, rektorê zanîngehê jî bi heman awayî tevdigere. Ev jina ciwan li cihê herî ‘bi ewle’ winda bû. Hûn ê vê yekê çawa rave bikin?”   * VAT-ÎŞ-KOOP a ji aliyê siyasetmedar û cotkaran ve hatiye avakirin, li 105 dekar erdî dest bi çinînê kir. Hevserokên kooperatîfê gotin ku armanca wan civakeke xweser e.   * Girtiyên li Girtîgeha Akçadagê ji ber lêgerîna li hundirê dev û lêgerîna tazî nikarin biçin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Alî Yaşa yê jiyana xwe ji dest da, ji ber vê sedemê nexweşiya wî dereng hatiye teşhîskirin.   * Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Mûrat Kiliç diyar kir ku rêya xelasiyê ya krîzên piralî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û banga mîtînga 13'ê Cotmehê ya li Amedê kir.   * Parêzer Eda Onal ku muwekîlê wê Abdulkadîr Kuday li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê cihêkariya di qanûna înfazê de bê rakirin û girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan.    * DEM Partî dê di çarçoveya amadekariyên mitînga 13’ê cotmehê de li Stenbolê bi rêxistinên civaka sivîl re bicive. (11.00-21.00)   * ÎHD dê bi daxwaza “Betalkirina Lijneyên Îdare û Çavdêriyê” li gelek bajaran daxuyaniyan bide. (12.30)   * Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dê di çarçoveya xebatên mitînga 13’ê cotmehê de li Amedê biçin serdana esnafan. (14.00)   * Meclisa Jinan a KESK’ê ya Îzmîrê dê têkildarî cînayetên jinan li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyê bide. (19.00)