Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin 2024-10-11 11:51:31 AMED - Di serdegirtinên malan ên li Amedê de rêveberê DFG’ê Serhildan Andan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.  Li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û rojnamevan Serhildan Andan, Baran Baymiş, Mûrat Kayaş.”   Hate zanîn ku hejmara binçavkiriyan dê zêde bibe.