Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin 2024-10-11 13:48:30   COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku niha girtî ye, di danişîna ewil a doza xwe de axivî û wiha got: “Di axaftinên min de tu tiştekî derqanûnî tune ye. Dema mijara behsa xeberê dibe DEM Partî her tişt diguhere.”    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Danişîna ewil a Akiş ku bi îdiayên “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye”, û “Beşdarbûna çalakiyên civîn, xwepêşandan û meşên derqanûnî û kesên wan birêxistin dikin” tê darizandin. Danişîna ewil a Akiş hat lidarxistin.  Akiş ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişîna li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê dihat lidarxistin bû. Parêzerên Akiş, malbata wî û Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di danişînê de amade bûn. Ji bilî xizmên Akiş ên nêz destûr nehat tu kes tev li danişînê bibin.    'AXAFTINÊN MIN SÛC NÎNIN’   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozger xwest ku ji ber her madeyê ceza li Akiş were birîn. Akiş jî di parastina xwe de got ku meşa di îdianameyê de cih digire qedexe nebû û tu biryareke qedexeyê ya ji wî re hatiye ragihandin tune ye. Akiş, diyar kir ku ji ber meşê tenê derheqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: “Îdianame bi rêya afirandina delîlan hatiye amadekirin. Ev yek jî rê li ber mexdûriyetan vedike. Emniyetê piştî xwepêşandanê hat gel me û spasî kir. Li her devera Colemêrgê kamera hene û qeyd dikin. Hêzên ewlekariyê kesên beşdar bûn heta gundê Nîşeyê şopand. Madem qedexe heye wê demê çima derheqê kesên destûr dane xwepêşandanê de lêpirsîn nehate vekirin?”   Akiş, da zanîn ku di meşê de bi kurdî axivî ye û wergera wê xelet hatiye kirin. Akiş, wiha domand: “Ez ji ber wergerên xelet ên qeydên TAPE’yê niha girtî me. Xuyaye ku kesên naveroka axaftinên min xelet werger kirin baş bi kurdî nizanin. Tu tişteke derqanûnî di axaftinên min de tune ye. Ez niha jî dixwazim parastina xwe bi kurdî bikim lê ji ber dibêtiya ku axaftina min xelet were wergerandin ez neaxivîm. Tevahiya naveroka axaftina min têkildarî aştî, edalet, azadiya fikr û raman û krîza aborî ye. Ev tu caran nabin sûc. Ne tenê ez her kes li ser van mijaran diaxive. Dema ez diaxivim 20 sal cezayê hefsê didin min lê derdora 4 heta 15 salan cezayê didin kesên mirovan dikujin. Ez ji dozgeriyê dipirsim; çi tiştê vê wijdanî ye, ma ev edalet e? Dema meseleya behsa xeberê dibe kurd, dema mesele dibe DEM Partî wê demê her tişt diguhere.”    'LÊPIRSÎN DERHIQÛQÎ YE’   Bi domdarî Akiş got ku li gorî fermanên tu kesan tevnegeriyaye û ev tişt anî ziman: “Çi hewcehiya min pê nîne kesek aqil û fermanan bide min. Ez endamê DEM Partiyê û hevşaredar im. Min biryara partiya xwe bi cih anî û axivîm. Ka we digot Komara Tirkiyeyê dewleta hiqûqê ye? Kanê demokrasî? Her gotina me, her liv û tevgera me weke sûc hatiye nirxandin. Bingeheke mutalaayê nîne. Ya li dijî min hatiye kirin derhiqûqtî ye, skandal e. Bingeha tayînkirina qeyûm bi vê lêpirsîna bêbingeh û derhiqûqî hate amadekirin. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”    PARÊZER: HÊZÊN EWLEKARIYÊ DOSYA ARASTE KIRIN    Parêzerên Akiş jî destnîşan kirin ku muwekîlê wan di çarçoveya giştînameya partiya xwe de axivî ye lê axaftinên wî hatine berevajîkirin û îdianame bi vî awayî hatiye amadekirin. Parêzeran gotin ku sedema vekirina lêpirsîna derheqê muwekîlê wan de hevşaredartiya wî ye. Parêzeran, wiha domand: “Hêzên ewlekariyê dosya araste kirin û dosya xistin vê rewşê.” Parêzeran xwestin ku dosyaya heyî bi dosyaya li 2’yemîn Daîreya Cezayan a li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Wanê tê lêkolînkirin re were yekkirin.    DAXWAZA QEYDA VÎDEOYÊ HATE REDKIRIN   Parêzeran xwestin ku dîmenên meşa di îdianameyê de cih digire û ji hêla Şaxa Ewlehiyê ve hatine kişandin li dosyayê bên zêdekirin. Şandeya dadgehê bi hinceta ku beşekê daxuyaniya Akiş hatine nivîsandin û girtekên bûyerê di dosyayê de hene, ev daxwaza parêzeran red kir.    Dadgehê, danişîna dozê taloqî 20’ê mijdarê kir.