Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’ 2024-10-11 16:30:07 ENQERE - Siyasetmedarên ku ji bo “Mitînga Azadiyê” xebatên xwe yên li Enqereyê didomînin, diyar kirin ku tecrîd belavî her qadê bûye û li dijî vê bang kirin ku di 13’ê cotmehê de li Amedê bibin.  Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngek bê lidarxistin. Amadekariyên ku li Enqereyê ji bo mitîngê tên kirin bi dawî bûn. Di çarçoveya programa ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê ve hate amadekirin de di 12’ê cotmehê de saet di 20.00’an de li Parka Kûrtûlûşê 4 wesayît û ji Konyayê jî wesayîtek dê biçin mitînga Amedê.    ‘TECRÎD LI PÊŞIYA PIRSGIRÊKA KURD ASTENGÎ YE’    Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat bal kişand ser girîngiya kampanyayê û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan yek ji astengiya herî mezin a li pêş çareseriya pirsgirêka kurd e. Kanat wiha domand: “Em di serdemeke ku êdî ev polîtîka nikarin bên meşandin de ne. Di serdemeke ku li Rojhilata Navîn û cîhanê krîzên piralî û gefa şerê cîhanê tê neçareserkirina meseleya kurd û polîtîkayên tecrîdê yên di kesayeta birêz Ocalan de li girtîgehên din tên pêkanîn tên kûrkirin.”   Velî Saçilik, diyar kir ku sedemê êrişên li ser mûxalîfan û komkujiyên berê qewimîn tecrîd e û anî ziman ku tecrîd ne tenê meseleya kurdan e. Saçilik wiha domand: “Di vê li derve li hundir tirk û kurt teqez li dijî tecrîdê û şer derkevin. Mitînga ku li Amedê bê kirin di vî warî de gelek girîng e. Dema têkoşîna civakî ya ku rejîma qesrê bi temamî hilweşîne hatiye. Rêya vê jî dîsa ji rakirina tecrîdê û têkoşîna hevpar re derbas dibe.”   BANGA JI TÊKOŞÎNÊ RE    Berdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda ku li ser pirsgirêka kurd e û got: “Rakirina tecrîdê dê bibe wesîleyê rakirina tecrîda li ser qadên jiyan, bawerî û gelan. Rakirina vê tecrîdê dê bibe wesîleyê rakirina tecrîda li ser aştiyê jî. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan têbikoşin.”   ‘DIVÊ EM JI AMEDÊ PEYAMEKÊ BIDIN’    Berdevka Nûnertiya Anatoliya Navîn a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bedriye Irmak bi lêv kir ku pirsgirêka kurd, tecrîda li ser civakê û xizanî girêdayî tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û got: “Ev mitîng gelekî girîng e. Li her derê tecrîd heye. Ji ber vê yekê em ji Tirkiyeyê biçin mitînga Amedê dê gelekî bi bandor be. Tişta ku em dikin jî ev e. Ji ber vê yekê divê em ji Amedê peyamekê bidin.”    ‘MUXATABÊ BINGEHÎN OCALAN E’    Berdevkê Nûnertiya Anatoliya Navîn a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ensar Bozkûrt diyar kir ku tecrîda girankirî ya 43 meh in tê meşandin, tecrîdeke li gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn e û ev tişt gotin: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêkeke navnetewî ye. Birêz Ocalan muxatabê bingehîn ê vê pirsgirêkê ye. Ji ber ku bi milyonan kurdên li Rojhilata Navîn azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin. Di vî warî de azadiya birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka kurd e.”