DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere! 2024-10-12 09:01:05 ŞIRNEX - Li gundê Elemûnê yê Qilebanê 39 sal in ceyrana welatiyan tê qutkirin. Şêniyên gund diyar kirin ku birîna ceyranê  ji bo nexweşên diyalîzê metirsiyeke mezin çêdike û gotin: "Bila pêşiyê pirsgirêka qûtbûna ceyranê çareser bikin û piştrê ceyrana qaçax tespît bikin."  Li gundê Elemûnê yê navçeya Qilebana Şirnexê, pirsgirêka ceyranê ya ku bi salan e nehatiye çareserkirin, welatiyan mexdûr dike. Qutbûna ceyranê ya demdirêj ji bo nexweşên diyalîzê yên li gund dijîn metirsiyeke mezin çêdike.  Li gundê ku bi salan e pirsgirêka qutbûna ceyranê nayê çareserkirin bi xwe re metirsiyan tîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka heyî şêniyên gund her çendî gelek caran daxwazname ji DEDAŞ'ê re şandibin jî ev hewledayinên wan bê encam hatin hiştin. Gundê ku çûyin û hatina wê jî zehmet e bi pirsgirêka ceyranê re rojane zehmet derbas dikin. DEDAŞ a ku pirsgirêka ceyranê çareser nake her carê bi leşkeran diavêje ser gund û li "ceyrana qaçax" digere.    Şeniyên gund ji vê rewşa heyî bi gilî û gazin in.    'GUND CEZA DIKIN'    Ji welatiyan  Bedran Olmez anî ziman ku 39 sal in ceyrana wan bênavber tê birîn û wiha got: "Bi van pêkanînan re gundê wan tê cezakirin. Ji ber ku gund ne giredayî îktîdarê ye zext li ser me dikin.  Duh ekîbên DEDAŞ'ê bi leşkeran hatin gund. Me jî nehişt ku li 'ceyrana qaçax' bigerin. Em ne li dijî tespîtkirina 'ceyrana qaçax' in lê bi vî awayî nabe. Bila pêşiyê ceyranê bidin piştre bên tespîta 'ceyrana qaçax' bikin."    'BI KÊFÎ CEYRANA ME QUT DIKIN'   Olmez da zanîn ku qutbûna ceyranê bi taybetî ji bo welatiyên diyalîzê metirsiyê cidî çêdike û daxwaz kir ku  pirsgirêka wan a ceyranê  bê çareserkirin. Olmez wiha axivî: "Li gundê me nexweş hene ku bi cîhazê dijîn. Dema ku  ceyran qut dibe metirsiyeke mezin li ser jiyana wan çêdibe. Ji xizmên min 2 kes astengdar in û bi ciîhazê dijîn. Her wiha gelek nexweşên weke wan hene. Li gund ji ber qutbûna ceyranê metirsiya mirinê derbas dikin. Dema ceyran diçe em nikarin karê xwe bikin. Her tim peyaman dişînin û daxwaza çareseriyê dikin. Lê belê tişteke ku dikin tune ye û bi awayekî kêfî ceyrana me qut dikin. Daxwaza me ew ê ku xebatê çareserkirina pirsgirêka ceyranê bên kirin."    JI BER NEBÛNA CEYRANÊ DU BIRAYÊN XWE BIR WANÊ    Welatiyê bi navê Sakîn Olmez jî diyar kir ku ji ber qutbûna ceyranê neçar maye ku du birayên xwe yên nexweşên diyalîzê ku rapora wan a ji sedî 90 a astengdariye heye li Wanê bi cih bike û wiha got: "Du birayên min ên astengdar hene. Ew bi cîhazê ve girêdayî dijîn. Car caran ceyran qut dibe û 5-6 rojan nayê. Ji ber vê yekê ez jî neçar mam ku birayên xwe li Wanê bi cih bikim. Ji ber qutbûna ceyranê me gelek zehmetî kişand. Çend hefte berê bi cendermeyan ketin nava gund û bi darê zorê li 'ceyrana qaçax' bigerin û me jî nehişt. Hem pirsgirêka ceyranê çareser nakin hem jî li 'ceyrana qaçax' digerin. Ji ber ku me destûr neda ceyrana me qut kirin. Bi taybetî jî zivistanê ceyrana me her tim qut dikin û bi rojan ceyranê nadin. Gelek kes hene ku nexweş in û pêdiviya wan bi ceyranê heye. Divê êdî ew pirsgirêk bê çareserkirin."   MA / Mahmut Altintaş