Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin 2024-10-12 09:33:13   RIHA -  Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê banga tevlibûna "Mitînga Azadiyê" ya ku wê sibê li Amedê bê lidarxistin kirin û ev peyam dan: "Em ê bên û Qada Îstasyonê bikin qada aştiyê."    Ji bo "Mitînga Azadiyê" ku wê di 13'ê Cotmehê de Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê ji bo azadiyê li hev dicivin" bê lidarxistin, ji bo ji Rihayê bi hezaran kes beşdar bibin xebat didomin. Li Riha û navçeyên wê rêxistinên girseyî yên demokratîk civîn li dar xistin û xebatên belavkirina broşuran hatin kirin.    Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, diyar kirin ku wê bi hezaran kes ji Rihayê bi rê bikevin û bang li her kesî kirin ku tev li mitîngê bibin û dengê xwe bilind bikin.   ‘EM ŞER NAXWAZIN'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çayê diyar kir ku divê reng û deng çi dibe bila bibe hemû dayiksibê li Qada Îstasyonê bin û got: “Ji bo aştiyê divê hemû dayik berê xwe bidin qada mitîngê. Em dayikên aştiyê ne û şer naxwazin. Bila êdî xwîn nerije. Bila ev şer biqede û êdî dayik negirîn. Mitînga me ji bo aştiyê ye. Em ê wê qadê bikin qada aştiyê. Birêz Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de ye. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina her kesî. Îro ne tenê li Îmraliyê tecrîd heye, li her derê tecrîd heye. Em dixwazin ev ji holê rabe. Rêya aştiyê bi dawîkirina tecrîdê pêkan e. Em hemû dayikan vedixwînin mitînga Amedê."   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Bekîr Karakeçîlî diyar kir ku ew ê bi hezaran kes biçin Amedê û got ku mitînga ji bo bidawîkirina krîzên li Tirkiyeyê tê lidarxistin girîng e. Karakeçîlî got: “Em ê bi xurtî beşdar bibin. Em derî bi derî xebitîn û em ê bi tevlîbûneke herî xurt li Amedê bin. Dîlgirtina birêz Ocalan bû destpêka aloziya li Rojhilata Navîn. Ji bo ev alozî bi dawî bibe divê tecrîd bê rakirin. Em ê vê yekê li Amedê bînin zimên. Em ê li Amedê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan biqîrin. Eger çareserî pêk bê, muxatabê wê jî birêz Ocalan e."   ‘MUXATABÊ ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Rihayê Mahmut Manas jî diyar kir ku navnîşana çareseriyê Îmraliyê ye û got: “Rêberê gel di nava tecrîdê de ye. Dema ku rewş bi vî rengî be, ne pêkan e ku mirov azad bibe. Mîtînga ku sibê bê lidarxistin referandûm e. Bêyî azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd ne pêkan e. Ger pêvajoya çareseriyê bê gengeşekirin, muxatab Îmralî ye. Çareserî ne di korîdorên parlementoyê an jî qehwexanan de, bi muxataban re ye. Muxatab birêz Ocalan e û li Îmraliyê ye. Her kesê ku ji bo vê çareseriyê dixwaze bila sibê li Amedê be."   ‘AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE'   Berdevkê Serdema Înîsiyatîfa 78’an a Rihayê Mehmet Alî Artuk got: “Ez ê beşdarî mitînga azadiyê bibim. Divê her kes beşdarî mitînga azadiyê bibe. Mitîng ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan tê lidarxistin. Em ê peyama aştiyê bidin hemû cîhanê. Niha pêwîst e kurd piştgiriyê bidin birêz Ocalan."   Hevserokê Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên li Welatên Qedîm ên Xizmên xwe Wenda kirine (KATDER) Ramazan Demîr jî got: “Bi salan e tu xeber ji birêz Ocalan nayê. Kampanya ev salek e didome. Kampanya roj bi roj mezin bû. Wê sibê bi mîtîngê bikeve qonaxeke nû. Tecrîd îro ne tenê li Îmraliyê ye, li ser jin, ciwan, zarok û sewalan jî tecrîd heye. Azadiya birêz Ocalan azadiya her kesê azadîxwaz e. Em ê sibê dengê xwe bigihînin cîhanê."   BANGAWAZÎ   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adle Fîdan jî anî ziman ku ew ê sibê li qada Îstasyonê felsefeya "Jin, jiyan, azadî" biqîrin û got: "Pêdiviya hemû civakê, bi taybetî ya jin û ciwanan bi aştiyeke mayînde û bi rûmet heye. Tecrîda herî hovane li ser jin û ciwanan tê meşandin. Ya ku wê tecrîdê bişkîne helwesta ciwan û jinan e. Ji ber vê sedemê em li bendê ne ku sibê hemû jin û ciwan werin Amedê."   MA / Emrûllah Acar