'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin' 2024-10-12 09:35:02 RIHA - Di ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef re, 5 sal derbas bûn. Cîgira Hevseroka Giştî ya partiya Xelefê, Semîra Mihemed Elezîz got: "Em ê rêya Hevrînê bidomînin."   Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef di êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, tevî 7 kesan hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Xelefê re 5 sal derbas bûn. Kesên ku Hevrîn Xelef û rêhevalên wê bi awayekî hovane qetil kirin ew dîmen li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Yek ji fermandarên Ehrar El Şerqiye yê girêdayî Tirkiyeyê Ebû Hatim Şakra ku Hevrîn Xelefê qetil kir û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi sûcê şer hatibû sûcdarkirin, bi salan li Tirkiyeyê jiya û bi wêneyên mezûnûniyetê yên di 6'ê Hezîrana 2023'yan de li ser medyaya dîjîtal parve kirin, derket holê. Hat hînbûn ku Şakra bi navê Ehmed (Îhsan Feyad) el-Hayes li Beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê qeydkirî ye û di dîmenên di merasîmê de hatin parvekirin de alaya OSO'yê hatibû vekirin.   Xelef ku di sala 1984’an de li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû, piştî ku beşa Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Helebê qedand, vegeriya bajarê xwe. Hevrîn Xelef ku pêşî Wezîrtiya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê kir, piştre jî li Wezareta Aboriyê wezîfe kir. Ew wekî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ku di sala 2018'an de hatiye damezrandin, hat hilbijartin. Hevrîn Xelef heta roja ku hat qetilkirin ev erka xwe domandiye.   Cîgira Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Semîra Mihemed Elezîz ku heta roja dawî jî bi wê re xebitî, diyar kir ku wê Hevrîn Xelefê di dema xebatên enerjî û aboriyê de nas kiriye û got ku Hevrîn Xelef di xebatên jinan û xwepêşandanan de bi awayekî çalak cih girtiye.    'LI REQAYÊ XEBITÎ'   Semîra Mihemed Elezîzê diyar kir ku Hevrîn Xelef jineke dilsoz û zana bûye û wiha got: "Hevrîn her tiştê ku ji destê wê dihat bi awayekî herî baş dikir. Têkiliya wê bi gel re gelekî bi bandor bû. Dema biryara avakirina partiyeke siyasî hat dayîn, di sala 2017'an de Hevrîn yek ji wan 8 kesan bû ku di avakirina partiyê de cih girti. Di vê pêvajoyê de me ji nêz ve hev nas kir. Ew bû sekreter û min jî li aboriya partiyê mêze kir. Barekî giran bû. Me li bajarekî wekî Reqayê ku nû ji DAIŞ'ê hatibû paqijkirin xebta meşandin. Hê jî li jaêr şopên DIAŞ'ê hebûn. Bombe di bin erdê de hebûn. Ez û Hevrînê bajar bi bajar, gund bi gund digeriyan û dixebitîn."    Semîra Mihemed Elezîzê destnîşan kir ku Hevrîn Xelef bi zimanekî bi bandor bi gel re di têkiliyê de bûye û gelek kes jê bandor bûne û beşdarî xebatan bûne.   Semîra Mihemed Elezîzê anî ziman ku çend roj beriya êrişa Tirkiyeyê ya li ser Girê Spî û Serêkaniyê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de pêk hat, bi Hevrîn Xelef re li Eyn Îsayê bûye û got: “Dema ku leşkerên Amerîkî ji wir vekişiyan, me êrişê ferq kir. Di wê heyamê de perwerdehiyên me hebûn û em mecbûr man navberê bidin. Hevrîn ji ber vê pir hêrs bû. WÊ demê nexweş bû, me hewl da em wê bibin nexweşxaneyê, lê qebûl nekir. Di 9'ê Cotmehê de ez û Hevrîn hevaleke din em çûn Cizîrê. Ew li Hesekê man. Diviyabû di 12'ê mehêd e biçûya Hesekê. Lê Ehrar El ŞErqiye ya girêdayî Artêşa Millî ya Sûriyeyê pêşiya wan birîn û Hevrîn û hevalên pê re hatin qetilkirin. Me yeqîn nekir ku Hevrîn hatibe qetilkirin. Paşê rewş zelal bû. Gelê li vir ji bo bersiva êrişê bide di cî de daket qadan. Hema bêje li Reqayê gel serî rakir. Li bajarên ku Hevrîn li wan xebitîbû hemû gel rabûbû ser pêyan."    Semîra Mihemed Elezîzê anî ziman ku piştî qetilkirina Hevrîn Xelefê gelek jinên têkoşîna jinê dimeşînin xebatên wê hilgirtine û got: "Em jin em ê li ser rêya Hevrînê bin."    MA / Ceylan Şahînlî